Mixalefeta Sûriyeyê bi xelkê Efrînê re civiya

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyeke Îtilafa Mixalefeta Sûriyeyê bi xelk û rûspî û komeleyên bajarê Efrînê re civiya.

Îtilafa Mixalefeta Sûriyeyê civîna xwe ya Desteya Giştî li bajarê Efrînê li dar xist.

Di civînê de rewşa siyasî ya li Efrînê hat gotûbêjkirin.

Herwiha şandeyeke Şandeyeke Îtilafa Mixalefeta Sûriyeyê  bi serokatiya Hadî Elbehra civînek li gel xelk û rûspî û komeleyên devera Efrînê li Helebê pêk anî.

Di civînê de bi hev re rewşa deverê û pêdviyên wê û astengiyên li ber jiyana hatin gotûbêjkirin.

Şandeya Îtilafa Mixalefeta Sûriyeyê ji endamên Îtilafê Elî Îsa, Azad Osman, Mihemed Şêx Reşîd, Behcet Eletasî, Atif Zirêk û Esed Elîto pêk hatibû.

Herwiha nûnerê Hikûmeta Demkî û Wezîrê Darayî û Aboriyê  Ebdilhekîm Elmisrî beşdarî hevdîtinê bû.