Li Rojavayê Kurdistanê hinek cotyaran hîn jî heqê genimê xwe wernegirtiye

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê werzê nû yê çandina genim dest pê kiriye lê heta niha beşekî mezin ji cotyaran heqê genimê xwe yê werzê borî wernegirtiye.

Ev derengman barê cotyaran giran dike û gelek ji wan dibêje, bi sedema tunebûna karîna darayî ew nikarin genimê xwe biçînin.

Rojên şemî, yekşem û duşemê beşek ji cotyarên Amûdê û Qamişlo dê heqê genimê xwe werbigirin lê beşekî din jî nizanin kengî dê heqê genimê xwe werbigirin.

Mûsimê sala 2023yan, berhema zeviyên cotyarên navçeyên Rêveberiya Xweser, 1 milyon ton genim bû.

43 sent ji bo her kîloyek genim, ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatibû destnîşankirin.

35 sent ji bo her kîloyek ceh jî hatibû destnîşankirin.

2,500 lîreyên Sûrî ji bo her kîloyek genim, ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve, hatibû destnîşankirin.