Li Semsûrê bi hinceta PKKyê 3 kes hatin girtin

25-11-2023
RÛDAW
Nîşan Semsûr Hatay PKK Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, doh bi hinceta “endamtî û alîkariya PKKyê” 3 kes hatin girtin.

Tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Semsûrê bi serpereştiya Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê, 20ê Çiriya Paşîna 2023yan bi “hinceta PKKyê” li parêzgehên Semsûr û Hatayê 3 kes desteser kiribûn.

Cendirmeyan 3 kesên hatibûn desteserkirin biribûn Fermandariya Cendirmeyan a Semsûrê.

Piştî karên îfade wergirtinê doh cendirmeyan ew şandin Dadgeha Semsûrê.

Dadgehê bi hinceta ku “endamên PKKyê” ne derbarê welatiyên bi navê K.K, A.T. û S.K. de biryara girtinê da û ew şandin Girtîgeha Semsûrê.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst