Îran tank û wesayitên zirhî dişîne ser sînorê Herêma Kurdistanê

25-11-2022
RÛDAW
Grafîk: Rûdaw
Grafîk: Rûdaw
Nîşan Îran Herêma Kurdistanê Supaya Pasdaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Hêza Bejayî ya Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî (ya Îranê) Mihemed Pakpûr ragihand, hêzên zirhî û hêzên bersivdana bilez li ser sînorê Herêma Kurdistanê tên bihêzkirin û tekez kir, “Em dê berdewam bin li ser rûbirûbûna komên cudaxwaz.”

Li gor ajansa Tasnim a ser bi Supaya Pasdaran a Îranê, General Mihemed Pakûr weke amaje bi xwepêşandanên wê dawiyê yên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê, wan xwepêşandanan wek alozî bi nav dike û dibêje, li hember wê rewşê wan biryar daye ku hêzên xwe li navçeyên sînorî yên li rojava û bakur rojavayê welat (Rojhilatê Kurdistanê) zêde bikin.

Mihemed Pakpûr dibêje, “Li dû liv û tevgera çete û komên terorîstî yên cudaxwaz ên dijî Îranê li bakûrê rojavayê welat û çêkirina xirabî û ne aramiya li hin deveran, hêzên bejayî yên Supahê Pasdaran bi xurtkirina hêzên xwe li navçeyên sînorî yên rojava û bakûrê rojavyê welat û sûdwergirtina ji hevkariya xelkê xwecihî yê bi xîret bi awayekî bi biryar rûbirûyê faktorên ne aramiya li navçeyê dibe.”

Mihemed Pakpûr daye xuyakirin ku “hin yekîneyên zirhî û hêzên taybet ên ser bi hêza bejayî niha ber bi navçeyên sînorî yên li rojava û bakur rojavayê welat hatine birêkirin.”

Bi gotina wî berprisê Supaya Pasdaran, şandina wan hêzan bi çekên giran, “ji bo bihêzkirina yekîneyên li ser sînor û herwiha ji bo rêgirtina li grûpên terorîstî yên ser bi komên cudaxwaz e ku li Herêma Kurdistanê ne.”

Berdevkê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Xelîl Nadirî ji Rûdawê re ragihand, “Îranê tank û zirêpoş, top û dronên zêdetir anîne ser sînor û armanca wan em û statuya Herêma Kurdistanê ye.”

Xelîl Nadirî got, “Ew dibin du meh ku Îranê çend caran hêzên xwe li ser sînorê di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de zêde kirine, lê ew çend roj in hêzên zêdetir anîne ser sînorê Herêma Kurdistanê û tank, top û zirêpoş û dronên zêdetir li herêmê belav kirine û haya me ji tevgera wan heye.”

Nadirî herwiha diyar kir, Supaya Pasdaran ew çend roj in ku hêzên zêdetir li bajarên Bane, Merîwan, Pîranşar û çend navçeyên din bicih kirine.

Têkildarî armanca Îranê ji şandina wan hêzan bo ser sînor, Berdevkê PAKê destnîşan kir, “Du armancên Îranê hene, ya yekê ev e ku hêzên Rojhilayê li Herêma Kurdistanê û Iraqê weke Mucahidînê Xelq lê bike, destpêkê me di kampekê de kom bike û çek ji me bisîtne, paşê me ber bi welatekî din ve bişînin. Armanca duyem jî biçûkkirin û derbxistina li statuya Herêma Kurdistanê ye bi rêya anîna hêzên Iraqê bo ser sînoran û paşê kontrolkirina sînoran û deriyên sînorî û gumrukan.”

Li aliyekî din, Rêxistina Hangawê bo Mafên Mirovan dîmenên veguhastina tank û çekên giran bo ser sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê belav kiriye. Di dîmenekê de hejmarek tank li nav bajarê Şinoyê tên dîtin ku ber bi sînor ve tên veguhastin.

Herwiha di dîmeneke din de xuya ye ku Îran hejmareke zêde ya tank û wesayitên zirhî bo ser sînorê Pîranşar ê Rojhilatê Kurdistanê dişîne.

Li gor zanyariyên ku derbarê vîdyoyê de hatine belavkirin, Supaya Pasdaran hêzên zêdetir û çekên giran ji Urmiyê û Biryargeha Hemze Seyiduşuheda vediguhêze ser sînorê Herêma Kurdistanê.

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst