Di êrîşa ser Til Temir de 4 şervanên HSDê canê xwe ji dest dan

Hewlêr (Rûdaw) – HSDê ragihand, di êrîşên wê dawiyê yên Tirkiyê de bo ser Rojavayê Kurdistanê 4 şervanên wan canê xwe ji dest dane û nasnameya wan şervanên xwe aşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de ragihand ku di êrişên Tirkiyê de bo ser navçeya Til Temirê 4 şervanên wan şehîd bûne.

Li gor daxuyaniyê, her çar şervanên HSDê rojên 22 û 23ê Mijdarê di encama êrîşên Tirkiyê de canê xwe ji dest dane.

HSDê nasnameya wan şervanan jî aşkere kiriye û ragihandiye, “Di êrişên balafira bê mirov ên li ser gundewarê bajarokê Til Temirê de şervanên me Orhan Şêxo bi nasnavê Gelhat Efrîn, Silêman Mihemed Şêx bi nasnavê Dilo Ararat, Îbrahîm Xelîl Nasir bi nasnavê Kemal Pîr, Ebdulhemîd Ehmed Ebdulheyî bi nasnavê Dilşêr Amiriyê şehîd bûn.”

Şervanên ku canê xwe ji dest dane, xelkê Efrîn, Serê Kaniyê, Sefîh û Amiriyê ne.

HSDê di daxuyaniyeke din de ragihandiye, ku di êrîşên Tirkiyê de bo ser Kampa Holê 8 şervanên ku ewlehiya kampê diparastin, canê xwe ji dest dane.

Artêşa Tirkiyê ji roja Yekşembê 20ê Mijdarê ve operasyoneke nû bi navê “Pence Şûr” bo ser bingehên PKK û HSDê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye. Berpirsên Tirkiyê gefa wê yekê dikin ku dê di demeke nêzîk de operasyoneke bejayî jî bo ser Rojavayê Kurdistanê destpê bikin.

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan berî çend rojan ragihandibû, êrîşên bi firoke, dron û topan tenê destpêk e û ew dê di demeke guncav de êrîşa bejayî jî dest pê bikin.

Erdogan herwiha gotibû, ew dê êrîşî Kobanî, Minbic û Til Rifetê bikin û wan herêman ji kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derxînin.