Li Êlihê agir bi kon û axurên koçeran ket

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hezoyê ya ser bi parêzgeha Êlihê ve, agir bi kon û axurên koçeran ket û di encamê de 55 pez jinav çûn.

Li sînorê gundê Zîlanê yê Hezoyê, li nêzîk Pira Malabadê ji ber sedemeke nehat zanîn agir bi kon û axurên koçeran ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên agir vemirandinê û tîmên AFADê û cendirme bo cihê bûyerê hatin şandin. Agir ji aliyê tîmên agir vemirandinê ve hat vemirandin. Lê di encama agir de 55 pez jinav çûn.

Herwiha kon û kelûpelên malbata koçer a Nevzat Saygi jî şewitîn.