Supaya Pasdaran hêzên zêdetir dişîne bajarê Ciwanro

25-11-2022
RÛDAW
Nîşan Ciwanro Kirmaşan Rojhilatê Kurdistanê Supaya Pasdaran Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdarên Komara Îslamî ya Îranê hêzên bêtir şandine bajarê Ciwanro yê rojhilatê Kurdistanê û li gor hin zanyariyan biryar e nûnerê Elî Xaminêyî Rêberê Komara Îslamî ya Îranê serdana Ciwanro bike û bi hejmareke kesayetiyên olî û civakî yên wî bajarî re bicive.

Li gorî agahiyên ji bajarê Ciwanro gihîştine Tora Medyayî ya Rûdawê, Supaya Pasdaran ji duh ve bi rêya bejayî u esmanî dest bi veguhastin hêzên zêdetir bo nav bajêr kiriye.

Çavkaniyekî ji Ciwanro ji Rûdawê re got, bi helîkopteran û otombîlan bi sedan kes ji hêzên Supaya Pasdaran bo nav bajarê Ciwanro hatine veguhastin.

Rêxistina Hengaw a Mafên Mirovan jî ragihandiye, hemû rêyên ber bi bajarê Ciwanro ve ji aliyê hêzên emnî yên Îranê ve hatine girtin û tenê rêya di navbera Ruwanser-Ciwanro de vekirî maye û li ser wê rêyê jî çendîn xalên pişkinînê hatine danîn û pişkinînê bo hemû otomobîl û rêwiyan dikin.

Herwiha li gor dîmenên ku Hengawê belav kirine, hêzên Supaya Pasdaran ji bo tirsandina xelkê bi awayekî berfireh li bajêr hatine belavkirin û di komên mezin de li nav kolanên bajêr digerin û li cihê ku bixwazin lêgerînan dikin.

Li gorî agahiyan, tepeserkirina xwepêşandanên li Ciwanro û bajarên din ên rojava û bakurê rojavayê parêzgeha Kirmanşanê, bi fermandeyekî Supaya Pasdaran ê bi navê Koroş Asyabanî hatiye sipartin.

Koroş Asyabanî xelkê bajarê Hersînê li parêzgeha Kirmanşanê ye.

Herî dawî di nava heftiyekê de 7 kes ji xelkê Ciwanro di xwepêşandanên vî bajarê Rojhilatê Kurdistanê bi guleyên hêzên emnî yên Îranê hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Li aliyekî din, li gor hin çavkaniyên xwecihî biryar e nûnerê Rêberê Îranê Elî Xaminêyî serdana Ciwanro bike û bi kesayetiyên olî û civakî yên bajêr re bicive.

Ev zanyarî bi awayekî serbixwe nehatiye piştrastkirin û hikûmeta Îranê û medyaya fermî ya wî welatî jî derbarê serdaneke wiha de tiştek belav nekirine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst