Erîşên Tirkiyê metirsiyê li ser şerê DAIŞê û Kampa Holê durist dike

Hewlêr (Rûdaw) - Şeva 23ê Mijdarê, navenda asayîşa Kampa Holê li rojhilatê Hesekê hat bombebarankirin û di encamê de 8 endamên asayîşê canê xwe ji dest dan û hejmareke malbatên DAIŞê  reviyan. Vê yekê jî karvedan li pey xwe anîn.

Hevserokê Nivîsgeha Karûbarên Koçber û Penaberan li Rêveberiya Xweser dibêje, ev armanckirin jî wek fermanekê ye ji bo şaneyên veşartî yên DAIŞê êrîşî Hêzên asayîşê bikin. Serokê Şepêla Azadî Kurdistanî Siyamend Haco ji aliyê xwe ve dibêje nayê famkirin çima Tirkiye êrîşê kampê dike û bi nerîna wî dibe ku nameyeke bo Amerîka ku dest bi piştevniya Hêzên Sûriya Demokratîk berde.

Serokê Şepêla Azadî Kurdistanî Siyamend Haco anî ziman, “Bi rastî nayê fêmkirin Tirkiye çima êrîşî kampan dike. Gelo daxwaz ew e kesên DAIŞî derbikevin, yan li herêmê aramî çênebe? Belkî ji Amerîkayê re îşaretek be ku bêje em naxwazin hûn bi berdewamî alîkariyê bidine Hêzên Sûriyeya Demokratîk.”

Li aliyekî din, Komîteya Belgekirina binpêkirinan ser bi Rêveberiya Xweser, niha kar dike bo dîtina mekanîzmayekê daku bikaribe li dadgehên navdewletî gilî li Tikiye bikin derbarê wan êrîş û tawanên ku li Rojavayê Kurdistan û Bakurê Sûriyê pêk tîne.

Hevseroka Komîteya Belgekirina Binpêkirinan Viyan Eyûb got, “Ev nêzîkî 2 mehan dibe me komîteya belgekirina binpêkirinan damezrandiye. Karê komîteyê belgekirin û arşîvkirina hemû wan binpêkirinên ku Tirkiye derheqê sivlan li bakurê rojhilatê Sûriyê pêk tîne, daku em wan bişînin dadgehên Ewropa û yên navdewletî. Armanca komîteya me jî rêkxistina gilînameyan dijî Tirkiyê ye li dadgehên navdewletî. Niha jî em kar dikin bo dîtina mîkanîzmayekê derbarê rêkarên yasayî de.”

Di encama êrîşên Tirkiyê yên berdewam li ser Rojavayê Kurdistanê, HSDê şerê dijî DAIŞê li Sûriyê rawestand. Ji aliyê xwe ve Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî ragihand, dubarebûna êrîşên Tirkiye li ser bakurê rojhilatê Sûriyê wê bandoreke nerênî li ser şiyanên HSDê bike bo parastina kampên ku malbatên DAIŞê li wan dimînin, êdî êrîşên asmanî û bejayî yên Tirkiye wê bibin sedema reva çekdar û malbatên DAIŞê ji kamp û zindanan.