ENKSê li ser êrîşên Tirkiyê û Îranê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - ENKSê daxuyaniyek derbarê êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê û êrîşên Îranê yên li ser binke û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê belav kir.

Rêveberiya Giştî ya Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) îro Pêncşemê 24ê Mijdara 2022an di daxuyaniyekê de teqezî li ser wê yekê kir ku êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê û êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê “rewşê aloztir û xirabtir dike.

ENKSê diyar kir ku Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê jêrxanê û saziyên xizmetguzarî û elektrîkê bombebaran dike û welatiyên sivîl jî dibin qurbanî.

ENKSê di daxuyaniya xwe de anî ziman, “Bombebarankirina baregehên PKKê li Herêma Kurdistanê berfireh bûne û ev topbaran ligel êrîşa mûşekî ya Supaya Pasdarên Îranê û bi dronên bombebarkirî li ser navçeyê û kampên penaberên ji Rojhilatê Kurdistanê û baregehên partiyên li wir metirsiyê çê dike.”

ENKSê destnîşan kir ku ji destpêka serhildana gelên Îranê li dijî rejîma Tehranê ku bi êrîşa li ser Herêma Kurdistanê hewl dide krîza xwe ya xeniqandinê derxîne holê, ev bombebaran dubare kiriye.

ENKSê got, “Ev operasyon ji bilî binpêkirina serweriya welatên cîranên Tirkiye û Îranê li Sûriye û Iraqê, bi awayekî cidî gefê li aramiya navçeyê û ewlekarî û selametiya welatiyan dixwe û tirs û xofê li navçeyên Kurdistanî çêdike.”

ENKSê di daxuyaniya xwe de her wiha êrîş şermezar kirin û got, “Encûmena Nîştimanî ya Kurdî van êrîşan û karesatên ku dibin sedema wan şermezar dike û daxwaza rawestandina wan dike û tewez dike ku operasyonên bi vî rengî rewşê aloztir û xirabtir dikin û divê rê li ber zimanê diyalogê û dîplomasiyê ji bo çareseriyê û pirsgirêkan were vekirin.”

Encûmena Nîştimanî ya Kurdî tevî redkirina wê yekê ku Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bibe meydana operasyonan û çareserkirina hesabên di navbera PKKê û Tirkiyê de, daxwaz ji civaka navdewletî û Hikûmeta Iraqê dike ku berpirsyariya xwe di rêgiriya Supaya Pasdarên Îranê werbigire.”

ENKSê ji ber êrîşan bang li Amerîka, Rûsya û Hevpeymaniya Navdewletî jî dike ku destwerdanê bikin ji bo rawestandina operasyonan û êrîşên esmanî yên Tirkiyê li ser xaka Sûriyê û rawestandina aloziyan li ser her du aliyên sînor.

ENKSê daxwaz ji gelê Kurd û hemû gelên herêmê jî kir ku li malên xwe xwedî derkevin, aştiya sivîl biparêzin û hevkarî û nirxên jiyana hevbeş di navbera xwe de bilind bikin.