'Amerîka bûye asteng li pêş çareseriya siyasî li Sûriyê'

25-11-2022
Loloxan
Hêzên Amerîkayê yên li Rojavayê Kurdistanê
Hêzên Amerîkayê yên li Rojavayê Kurdistanê
Nîşan Amerîka Sûriye Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zêdeyî 11 sal di ser krîz û şerê navxwe yê Sûriyê re derbasbûn, nêzîka 30 kongre li Cenev, Astana, Soçî û çend welatên din bo çareser kirina krîza vî welatî hatine kirin, lê hê jî ti encam derneketine. Şirovekarê siyasî yê Sûrî Mihemed el-Umerî dibêje “Bi her awayî astenga sereke bo çareseriya krîza Sûriyê dimîne helwêst û stratejiyaya Amerîkayê. Amerîka dixwaze çaresriya siyasî li Sûriyê li gor berjewendiyên wê bê kirin.”

Hikûmeta Sûriyê bi berdewamî dibêje Amerîka rê li ber çareseriya siyasî li wî welatî girtiye ku bûye sedema krîza aborî.

Şirovekarê siyasî yê Sûrî Mihemed el-Umerî dibêje “Bi her awayî astenga sereke bo çareseriya krîza Sûriyê dimîne helwêst û stratejiyaya Amerîkayê. Amerîka dixwaze çaresriya siyasî li Sûriyê li gor berjewendiyên wê bê kirin. Duyem, hebûna serbazî ya Amerîka û piştîvaniya wê bo grûpên cudaxwaz, li gel sepandina dorpêça aborî, kontrolkirina zindanên grûpên tundrew û bikaranîna terorîstan dimînin rêgir.”

Hikûmeta Sûriyê Amerîka bi diziya petrola xwe li bakurê rojhilatê wî welatî tohmetbar dike, dibêje jî Amerîka bûye rêgir li ber vegera koçberan û proseya jinûavakirinê li wî welatî.

Mihemed el-Umerî got jî “Ceza û dorpêça aborî bandoreke dijwar li debara jiyana xelkê Sûriyê dikin, ev yek jî barê hikûmetê zêde giran dike, û rê nade hikûmetê xizmetguzariyan pêşkêş bike. Lewra enflasyon û hejariya zêde rewşeke baş ji grûpên çekdar ên dijî hikûmetê re peyda dikin.”

Zêdeyî 11 salan di ser krîz û şerê navxwe yê Sûriyê re derbasbûn, nêzîka 30 kongre li Cenev, Astana, Soçî û çend welatên din bo çareserkirina krîza vî welatî hatine kirin lê bi ti encam, tevî ku biryara 2254ê ya Civata Ewlekariyê ya navdewletî bo çareserkirina krîza berdewam hatiye piştguhkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst