Nêçîrvan Barzanî: Heta jin azad nebe civakeke şaristanî ya pêşkeftî ava nebe

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragiand ku ew dê ji bo parastina mafên jinan û avakirina civakek ku tê de jin “azad û wekhev” be hewl bidin û got “Heta jin azad nebe civakek azad, wekhev, aştiyane û şaristanî ava nabe.”

Îro 25ê Mijdarê 'Roja Rûbirûbûna Tundûtîjiya Li Dijî Jinan a Cîhanî' ye. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi vê mebestê peyamek belav kir û tê de dibêje “Em hemû piştgiriya xwe ji bo xebat, azadî, mafê jinan û wekheviyê dubare dikin.”

Nêçîrvan Barzanî piştgiriya xwe ji bo parastina mafên jinan ragihand û got “Em hemû piştgiriya xwe ji bo xebat, azadî, maf jinan û wekheviyê dubare dikin. Weke her car, em dê li ser kar û tekoşîna xwe ya ji bo bidestveanîna zêdetir û parastina mafên jinan û avakirina civakek ku tê de jin azad û wekhev be û bi tu sedemekê gefên tundûtûjiyê û kuştinê li ser nebin berdewam dibîn. Heta jin azad nebe, civakeke sivîl, azad, wekhev, aram û medenî û pêşkeftî ava nabe.”

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de tekez kir û got “Em dê bi her awayî rûbirûyê hemû awayên tundûtûjî, destdirêjî û binpêkirina maf û azadiya jinê bibin û ji bona nehêlana fikra tundûtûjiyê û berhevkirin aqarek baştir ku jin di warê siyasî û îdarî da li Herêma Kurdistanê çalaktir bibe, berdewam dibîn.”

Di beşeke din a peyama xwe de Nêçîrvan Barzanî dibêje “ Digel aliyên peywendîdar yê navxwe û li ser asta navneteweyî jî em dê hevahengî û hevkariyê bikin da ku jin di hemû waran de di malbatê de, li cihê kar û di hemû qadên giştî de parastî bin û ji destdirêjî û tundiyê dûr bin.”

Barzanî di dawiya peyama xwe de slavên xwe pêşkeşî hemû jin û alî û rêxistinan yên ku ji bo bidestxistina azadî, aştî û mafên xwe her roj têdikoşin kir û wiha berdewam kir “Silav ji bo giyanê paqij ê qurbaniyên tundiya li dijî jinan û ji bo wan hemû xaniman yên ku ji bo azadî, wekhevî û aştiyê xebat û berxwe daye dihinêrîn. Li ku derê cîhanê bin, em wan bi rêz û hurmet bi bîr tînin.”