Li Dêrsîmê meş, civîn û çalakî bo 15 rojan hatin qedexekirin

25-11-2022
RÛDAW
Nîşan Dêrsm Qedexeya Çalakiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsîmê ya Bakurê Kurdistanê, hemû cure meş, civîn, çalakî, xwepêşandan, daxuyaniyên medyayê, vedana kon, mîtîng û çalakiyên rûniştinê bo 15 rojan hatin qedexekirin.

Piştî êrîşên esmanî yên Tirkiyê bo ser Rojava û Başûrê Kurdistanê, li bajarên Bakurê Kurdistanê nerazîbûn zêde dibin û hikûmet jî yek bi yek qedexeya çalakiyan radigihîne. Piştî, Colemêrg, Riha, Çewlig, Amed, Şirnex, Wan, Bedlîs û Êlihê li Dêrsîmê jî qedexeya çalakiyan hat ragihandin.

Parêzgariya Dêrsîmê ragihand, ji bilî çalakiyên saziyên hikumî li tevahiya parêzgehê hemû cure meş, civîn, çalakî, xwepêşandan, daxuyaniyên medyayê, vedana kon, mîtîng û çalakiyên rûniştinê ji 24ê Mijdara 2022ê demjimêr 00:01ê heta 8ê Kanûna 2022ê demjimêr 23:59an hatine qedexekirin.

Parêzgariya Dêrsîmê îdia dike, ku biryar bi armanca ewlekariya neteweyî, aramiya raya giştî, rêgirîkirina tawanê, parastina maf û azadiya xelkê, rêgirîkirina belavbûna Coronayê û rêgirîkirina provakasyon û bûyerên civakî hatiye wergirtin.

Di daxuyaniyê de herwiha hatiye ragihandin, ku bi ti awayî rê bi çalakiyên bêdestûr nayê dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst