COLEMÊRG - Agirê li Dehla Nehîlê 4 roj in berdewam e

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya ser bi parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ve, agirê li Dehla Nehîlê ku berî 4 rojan dest pê kir, heta niha nehatiye vemirandin.

Li Dehla Nehîlê ku wek bihuşta balîndeyan tê zanîn, 21ê Mijdara 2022ê ji ber sedemeke nehat zanîn agir derket. Li ser agahdarkirina gundiyan tîmêm agir vemirandinê yên Şaredariya Geverê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Agir her ku diçe zêde dibe û belav dibe. Lê ji ber ku herêmeke çirav e, tîmên agir vemirandinê nikarin xwe bigihînin cihê agir û vemirînîn. Tîmên agir vemirandinê wek tedbîr di navbera gundan û agir de rawestiyane.

Tevî ku agir 4 roj in berdewam e û ji bejahî de nayê vemirandin, ji esman ve ti midaxeleyeke vemirandinê nehatiye kirin.