‘Em bi biryar in li ser nehiştina tundûtûjiya dijî jinan’

25-11-2021
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Mesrûr Barzanî Tundûtûjiya Dijî Jinan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok û Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi boneya Roja Nehiştina Tundûtûjiya Dijî Jinan peyam belav kirin û tekez kirin ku ew her cor tundûtûjiya li dijî jinan red dikin û dê berdewam bin li ser parastina mafên jinan.

Serokê Herêma Kurdisanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya Roja Nehiştina Tundûtûjiya Dijî Jinan li hejmara xwe ya Twitterê peyamek belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de tekez kir, “Em her cor tundûtûjî û binpêkariya li beramber mafên jinan di çi dem, cih an astê de be, red dikin û li dij radiwestin.”

Nêçîrvan Barzanî di dewama peyama xwe de dûpat kir, “Wek her tim em pabend in bi piştevanîkirin û parastina mafên jinan.”

Herwiha Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî her bi boneya vê rojê peyamek belav kir û tekez kir ku ew dê berdewam bin li ser parastina mafên jinan.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo berdewamkirina piştgiriya mafên jinan û nehiştina hemû cor cudakariyên regezî û nehiştina tundûtûjiyê bi giştî û ya li dijî jinan bi taybetî, dûpat kir.

Îro, 25ê Mijdarê 2021, roja nehiştina tundûtûjiya dijî jinan e û li gor raporteke Netewên Yekbûyî, rojane li seranserê cîhanê 137 jin ji aliyê endamên malbata xwe ve tên kuştin.

Li gor Neteweyên Yekbûyî li seranserê dinyayê nêzîkî 736 milyon jin, wate ji her sê jinan yek, di jiyana xwe de carekê, an ji aliyê hevjînê xwe yan ji aliyê kesên li derveyî malbata xwe ve rûbirûyê lêdan an tundûtûjiya destdirêjiyê bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst