Bi dehan koçber ji Kampa Holê bo Reqa hatin vegerandin

Reqa (Rûdaw) - Ev demeke Rêveberiya Xweser malbatên çekdarên DAIŞê yên Sûrî ji Kampa Holê vedigerîne navçeyên wan li Reqayê û Dêrazorê, ku di Cotmeha sala borî de, biryar li ser wê yekê hatibû dayîn, ku bi kefaleta serokeşîrên Ereb, ew koçber ji wê kampê werin derxistin.

Malbatên DAIŞê yên ku ji kampa Holê têne derxistin û ji bo Reqayê têne vegerandin, dibêjin ku zehmetiyê di serederiya bi civakê re dibînin.

Ew malbatên ku vedgerin Reqayê dibêjin, ku ew zehmetiyê di jiyana ava civakê de dibînin.

Jineke ji Kampa Holê vegeriyayî ya ji Reqayê dibêje, ku ew bo 3ê sal ku li benda hevjînê xwe ye, eger hevjînê wê tewan jî kiribe, ji mafê wê ye, ku ew wî bibîne.

Jina DAIŞî dibêje: “Hinek kes hene, me serçavgirtî dibîne, ditirsin, ev sê sal in ez veşartî li benda hevjînê xwe me. Çi gunehê wî be mafê her kesî ye malbata xwe bibîne, eger hevjînê min tawan jî kiribe, divê ez wî bibînim, û bila bê sizadan.”

Beşek ji rêxistinên civaka sivîl di nava bajarê Reqayê de, ji bo wê yekê kar dikin ku alîkariya wan malbatan bikin daku dev ji bîr û baweriyên DAIŞê berdin, li navenda têkiliyên giştî ya encumena sivîl a heman bajarî jî, serok eşîrên Ereb, navê 35 malbatan tomarkirine ku daxwaza derxistina wan ji Kampa Holê li ser kefaleta xwe dikin.

Rêveberê Navenda Têkiliyên Giştî ya Encûmena Sivîl ya Reqayê Omer Diyab jî got: “Dixwazin derkevin nav civakê daku bîr û baweriyên wan di nava civakê de bêne guhertin û kar bikin, ji aliyê rêxistinên mirovî ve têne şopandin.”

Heya niha 8 caran nêzîkî 2350 kes ku dikin 673 malbat li gor amarên Rêvebirya Kampên Rojavayê Kurdistanê ji naverasta sala 2019 ve û heya Îlona îsal ji Holê derketine û vegeriyane malên xwe li Reqayê û nayê texmînkirin ji koma 60 hezar kesê ku hîn di kampê de mane, çiqas ji wan xelkê paytexta xîlafeta îslamî ya DAIŞê ne.