Derbarê Haci Tunç de biryar hat dayîn

25-11-2021
RÛDAW
Nîşan Haci Tunç Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Welatiyê Kurd Haci Tunç ku duh li Wanê ji Mustafa Sarigul re gotibû, “Berî 1000-2000 salan ev der Kurdistan bû û dê dîsan wek Kurdistan bimîne” û piştî van gotinan hatibû desteserkirin, îro hat berdan.

Endamê Rêveberiya Baroya Wanê Kadîr Kutevî ji Rûdawê re ragihand, Haci Tunç ku duh ji ber peyva Kurdistanê hatibû girtin, hat berdan.

Kadîr Kutevî ragihand ku ew welatiyê Kurd bi mercê kontrola edlî û qedexeya derketina derve, hat azadkirin.

Herwiha Kutevî tekez jî kir ku ew dê li dijî biryara derbarê Hacî Tunç de serî li Dadgeha Sulh û Ceza bidin.

Serokê Partiya Guherînê ya Tirkiyê Mustafa Sarigul roja 23ê Mijdara 2021ê serdana parêzgeha Wanê kir û ligel çend esnaf-kasibkar û xelkê navçeyê civiya. Di dema serdanê de esnafê bi navê Haci Tunç li navçeya Rêya Armûşê ji Sarigul re got: "Çiqas ziman hebin ewqas şadî ye. Dewlemendî bi hertiştî ve girêdayî ye. Bi ziman, netewe, nerît û çandê ve girêdayî ye. Çanda rojhilatê gelek cuda ye. Divê em rojhilatê ji bîr nekin. Hevalekî me li Sêrtê got ev der Kurdistan e. Berî 1000-2000 salan ev der Kurdistan bû û dê dîsan wek Kurdistan bimîne. Divê em îtîraz nekin. Xwedê em afirandine. Xwedê Kurdî, Tirkî, Erebî û Inglizî jî dizane."

Piştî van gotinan Mustafa Sarigul jî got, "Li ser axa komara Tirkiyê herkes bi wayekî azad dikare li ser netewe û ramana xwe biaxive. Em dê ligel wan welatiyên ku dibêjin yekitiya alê û sînoran bin."

Derbarê bûyerê de Rêveberê Baroya Wanê Kadir Kutevi ji Rûdawê re axivî tekez kir ku welatiyê bi navê Haci Tunç ji ber di axaftina xwe ya ligel Mustafa Sarigul de peyva Kurdistan bikar aniye hatiye desteser kirin û got: “Navê wî welatiyî Haci Tunc e û xelkê Colemêrgê ye. Doh li bazara gel a Wanê dema ligel Mustafa Sarigul axivî ye peyva Kurdistan bikar aniye û ji ber vê yekê îro (24ê Mijdara 2021an) hatiye desteserkirin û niha li Navenda Rûbrûbûna Terorê tê ragirtin.”

Kutevî destnîşan kir ku parêzarên girêdayî Baroya Wanê hewl dane Haci Tunc bibînin, lê  ji aliyê hêzên ewlekariyê ve rê bo wan nehatiye dayîn.

Berî niha jî li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê welatiyê bi navê Cemil Taşkesen ji ber ku di axaftina xwe ya ligel Seroka ÎYÎ Partiyê de gotibû “ev der Kurdistan e”  bi heman awayî hatibû desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst