Parêzgarê Neynewa: Rêkeftina Şingalê bi temamî tê cîbicîkirin

25-11-2020
RÛDAW
Niha 6000 polîsê federalî yê Iraqê li rojavayê Şingalê bicih bûne
Niha 6000 polîsê federalî yê Iraqê li rojavayê Şingalê bicih bûne
Nîşan Şingal Herêma Kurdistanê Neynowa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Neynewa Necim Cibûrî dibêje, “Di çend rojên bê de rêkeftina Şingalê bi temamî dikeve warê cîbicîkirinê.”

Ew grûpên nêzîk li Partiya Karkeran a Kurdistanê (PKK) ku li Şingal û derdora wê bicih bûne, nerazîne ji rêkeftina Şingalê û îtîraf pê nakin.

Heso Îbrahîm, Cîgirê Hevserokên Encûmena Xweser a Şingalê, dibêje, ew careke din nahêlin “dijmên destê xwe bixe nav xwîna Şingaliyan ş li nav Şingalê bigere.”

Niha 6000 polîsê federalî yê Iraqê li rojavayê Şingalê bicih bûne ku ev yekem pêngav bû ji bo cîbicîkirina rêkeftina Hewlêr û Bexdayê. 3 lîwayên Iraqê bi dirêjiya 80 kîlometre li navçeyê û li ser sînorê Iraq-Sûriyê bicih bûne.

Cîgirê Parêzgarê Neynewa tekez dike, di van demên nêzîk de dê pêngavên zêdetir bo cîbicîkirina rêkeftinê bên avêtin û bi razîbûna hikûmetên Herêma Kurdistan û Iraqê îdareyeke nû ji bo Şingalê dê bê danîn.

Ew polîsê ku heta niha bo Şingalê hatine şandin hemû Ereb in û li gor rêkeftinê di qonaxa duyem de 2500 polîs ji xelkê Şingal û navçeyê dê bên damezrandin û kargêriyeke nû jî dê bo bê danîn. Lê beşek ji giliyên Kurdên Êzidî; kêmiya hejmara Kurdên Êzidî ye di nav polîsê damezrandî de.

Di rewşa heyî de 7000 hezar çekdar li Şingalê hene û 3 sal in 4 hêz bi hevbeşî bazgehên Şingalê diparêzin û li gor rêkeftina Hewlêr-Bexdayê divê grşpên çekdar derkevin derveyî Şingalê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst