Nêçîrvan Barzanî pesnê Jeanine Hennis-Plasschaert da

25-11-2020
RÛDAW
Nîşan Jeanine Hennis-Plasschaert Nêçîrvan Barzanî Herêma Kurdistanê Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê pesnê Jeanine Hennis-Plasschaert, Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî li Iraqê, da ji ber gotara wê ya li Encûmena Asayişa Navdewletî.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li hejmara xwe ya Twitterê peyamek belav kir û derbarê gotara Jeanine Hennis-Plasschaert bo endamên Encûmena Asayişa Navdewletî got, “Jeanine Hennis-Plasschaert zelal ki ku peywendiyeke baş a di navbera Hewlêr û Bexdayê û sîstemeke federalî ya bihêz bo sewamgiriya temam a Iraqê pêwîst e.”

Serokê Herêma Kurdistanê di wê twitta xwe amaje bi wê jî kir, “Ez pêşwazî li rola civaka navdewletî dikim di vî warî de.”

Her îro, piştî kombûnê, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, “em spasiya helwesta Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert dikin ku di gotara xwe de li Encûmena Asayişê, tekezî li ser wê kir fermanber û mûçexorên Herêma Kurdistanê, tenê mûçexor û fermanberên Herêmê nînin, lê hemwelatiyên Iraqê ne û pêwîst e mijara mûçe nebe beşek ji pirsgirêkên siyasî û nabe bi şêweyek bikomel bên qurbanîkirin.”

Encûmena Wezîran daxwaz ji Netewên Yekbûyî û civaka navdewletî jî kir, piştgiriyê li pêkanîna rêkeftineke bingehîn bikin di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de ji bo dabînkirina maf û şayesteyên destûrî yên xelkê Kurdistanê.

Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî li Iraqê roja 24ê vê mehê, di civîna Encûmena Asayişa Navdewletî de, daxwaza çareseriyeke bilez kir bo pirsa beşa budceyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Jeanine Hennis-Plasschaert di civînê de got, divê pirsa mûçeyê fermanberan ji pirsên siyasî bê dûr girtin û nebe qurbanî.

Di dirêjiya gotinên xwe de Jeanine Hennis-Plasschaert li Encûmena Asayişê amaje bi wê kir, divê ev zelal be ku fermanberên Herêma Kurdistanê jî hemwelatiyên Iraqê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst