HSD: Em ji bêdengî û rola Rûsyayê bi guman in

25-11-2019
RÛDAW
Şervanekî YPGê li gel polîsekî leşkerî yê Rûsyayê li Rojavayê Kurdistanê, wêne: AFP
Şervanekî YPGê li gel polîsekî leşkerî yê Rûsyayê li Rojavayê Kurdistanê, wêne: AFP
Nîşan Rojavayê Kurdistanê HSD Rûsya Tirkiye Çarenivîsa Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dilgiraniya xwe li hember helwêsta Rûsya û “bêdengiya” wî welatî li hember êrîşên hêzên Tirkiyê bo ser Eyn Îsa û deverên din ên Rojavayê Kurdistanê nîşan da û ragihand, hêzên Tirkiye li ber çavên Rûsyayê êrişî wan dikin

Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê ji pêr Şemiyê ve dest bi êrişên berfireh bo ser bajarokê Eyn Îsa yê Rojavayê Kurdistanê kirine.

HSDê li ser wan êrişan daxuyaniyek belav kir û têde dilgiraniya xwe li hember helwêsta Rûsyay nîşan da û rexne li “bêdengiya Rûsyayê” ya li hember êrîşên hêzên ser bi Tirkiyê ve girt.

HSDê ragihand, hêzên Tirkiyê li ber çavên Rûsyayê ku yek ji garantorên agirbestê ye, êrişî wan dike lê Rûsyayê xwe bêdeng kiriye.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ji ber wê helwesta Rûsyayê ew ji “rola wî welatî di sekinandina şer de biguman in” û ji rewşê nîgeran in.

Herî dawî di şer û pevçûnên li bakurê Eyn Îsayê de, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk karîne kampa koçberan a li bakurê Eyn Îsa û herwiha gundê Seyda ji kontrola komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve derxînin û wan hêzan paşde vegerînin.

Fermandariya Giştî ya HSDê herwiha dabû xuyakirin, ku artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wî welatî ve bi tank û balafiran û topxaneyê ji 3 aliyan ve êrîşî Eyn Îsayê kirine û şervanên HSDê jî bi tundî bersiva wan dane.

HSD diyar kir, tevî ku Eyn Îsa li derveyî rêkevtinan û agirbestê ye, lê belê Tirkiye û komên çekdar êrîşên xwe didomînin.

Eyn Îsa dikeve 40 kîlometriya sînorê Tirkiyê û nakeve nav navçeya aram a ku Tirkiye bi xwe jî daxwaza wê dike, ku bi kûrahiya 32 kîlometran e, lê belê tevî wê yekê jî hêzên ser bi wî welatî ve êrîşî vê bajarokê di kontrola HSDê de dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst