Malpera Navenda Lêkolînan a Rûdawê kete kar

Hewlêr (Rûdaw) – Bi armanca bêtir nasandin û gihandina şîrove û lêkolînên derbarê Kurdistan, Iraq û Rojhilata Navîn de, malpera Navenda Lêkolînan a Rûdawê li ser vê adresê, http://rudawrc.net bi fermî dest bi kar û weşanê kir.

Malpera Navenda Lêkolînan a Rûdawê ji çend beşan pêkhatiye, ku ji giringtirîn beşên wê, beşên şîrove, çapemenî û lêkolînê ne, û têde şîrove û lêkolîn û pirtûkên çapkirî yên Navenda Lêkolînan a Rûdawê têne belavkirin. Herwiha ew malper çalakiyên malpera Navenda Lêkolînan a Rûdawê, weke dîbeyt, semînar û forumên Hewlêrê belav dike.

Malper bi sê zimanên Kurdî (Soranî), Ingilîzî û Erebî şîrove û lêkolînan pêşkêşî xwandevanan dike.

Navenda Lêkolînan a Rûdawê ser bi Tora Medyayî ya Rûdawê ye û di sala 2016an de hatiye damezrandin. Ev navend hewl dide çavkaniyên zanyarî û şîroveyên di derbarê bûyerên Kurdistanê û Rojhilata Navîn de berfirehtir bike û hewl dide wê yekê bi pêşkêşkirina şîrove û lêkolînên elîtên siyasî û akademî yên Herêma Kurdistanê pêk bîne.

Herwiha Navenda Lêkolînan a Rûdawê, şîrove û nirxandinên heftane derbarê bûyerên Kurdistanê û navçeyê ji bo sazî û dezgehên Herêma Kurdistanê û konsulxaneyan dişîne.

Şîrovekar û lêkolînvan dikarin di rêyea malpera Navenda Lêkolînan a Rûdawê re, têkiliyê bi malperê re bikin.

http://rudawrc.net