Nêçîrvan Barzanî:Divê jinên Kurdistanê çavên xwe li ber tundiyê negrin

25-11-2018
RÛDAW
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Kurdistan Jin Tundî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasîma ragihandina helmeta têkoşîna li dijî tundiya li hember jinan de ragihand: “Divê jinên Kurdistanê çavê xwe li hember tundiyê negrin.”

 

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di merasîma ragihandina helmeta têkoşîna li dijî tundiya li hember jinan de axivî û diyar kir: “Parlementoya Kurdistanê yasayeke taybet ji bo têkoşîna li dijî tundiyê derxistiye û ti ciyawaziya zayendî di saziyên hikûmetê de tine ye.”

 

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir: “Pirsgirêka kulturî tenê bi rêya dibistanê tê çareserkirin û ez ji medyayan daxwaz dikim ku li dijî tundiyê çalaktir bin. Em heta hestiyê li gel têkoşîna li dijî zilmê ne.”

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir ku îro di karên saziyên hikûmetê de ti ciyawaziyekê di navbera jin û mêran de tine ye û got: “Li Herêma Kurdistanê li tevahiya sazî û dezgehan ji bo jin rolê werbigirin hêsankarî têne kirin.”

 

Barzanî amaje bi wê yekê kir “Pirsgirêka kulturê tenê bi rêya perwerdeya dibistanan tê guhertin, bi cureyek bernameya xwendinê bi awayekî be ku wekhevî têde xuya bike, herwiha di rewşenbîrî û perwerdeya mamostayan de guhertin çêbibe. Dibe ku em bikarin bi rêya ceza û yasayan beşeke civakê biguherînin, lê guhertina sereke tenê bi çêkirina fikirîneke nû li cem perwerdeya zarok û nifşan cîbicî dibe”.

 

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di têkoşîna dijî tundiyê de heta radeyeke baş, yasa derxistine û saziyên taybet pêk anîne ji bo wan karên ku diqewimin û got: “Pirsa wekheviya tam di du regez de pirsgirêkeke giştî ye li gelek welatên cîhanê, neku tenê pirsgirêka civaka me ye, bila keç û jinên Kurdistanê di medyayê de dengê xwe bilind bikin.”

 

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ji melayên Kurdistanê daxwaz kir, ku bi çavê serdemê li rewşa jinan temaşe bikin, ku bi sed salan berê civaka Kurdistanê bi rêzgirtina mafê jinan navdar bû, ku gerokên rojavayî di sedsala şanzdehan de li ser Kurdistanê çendîn pirtûk nivîsandine ku têde behsa azadiya jinên Kurdistanê dikin.

 

Barzanî diyar kir: “Mamosteyê me yê mezin Ehmedê Xanî di şakarê xwe yê mezin Mem û Zîn de behsa azadiyê kiriye û gotiye ku min ev çîrok nivîsandiye daku xelkê nenas û biyanî nebêjin keç û kurên Kurd azad nebûne di wekhevî û hezkirinê de. Ehmedê Xanî dibêje:

 

Da xelq nebêjitin ko Ekrad

Bê marîfet in, bê esl û bunyad

 

Hem ehlê nezer nebên ku Kurmanc

Eşqî nekirin ji bo xwe armanc

 

Nêçîrvan Barzanî bal kişande ser wê yekê ku Şêx Ebduselam Barzanî gelek rênima derxistine ji bo nehiştina çewisandina jinan, ji wan; nehiştina firejinî û rêzgirtina li daxwaza keçan di dema zewacê de.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Divê em li pey wan biçin, neku ramanên paşketî ji cihên din bo welatê xwe bînin û bikin beşek ji jiyana xwe ya rojane.”

 

Barzanî diyar kir: “Jinên Kurdistanê di dîroka bizava rizgarîxwaz a gelê me de gelek zilm tam kirine, çi li girtîgehên rejîma Beisê, çi li kirinên Enfala sala 83an a Barzaniyan yan Enfalên sala 1988an, tenê dîrok dikare wan çîrokan ji nifşên nû re behs bike, xeleka dawî ya wan zilman jî ew bû ku rêxistina DAIŞê di sala 2014an de li hember jinên Êzdî kir, ev birînek e di laşê civaka Kurdistanê de û bi hêsanî çareser nabe.”

 

Herwiha Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir: “Di vê boneyê de careke din pîrozbahî li Birêz Nadiya Murad dikim ku weke hêmayek bo çewisandina jinên Êzdî bû bi wergirtina Xelata Nobelê ya Aştiyê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst