Tenê malbetek li kampa mesihîyan a Ankawa maye

Hewlêr (Rûdaw) - Awareyên Neynewa yên li kampa Aştî  2 ya Ankawe li Hewlêrê vegeriyane Deşta Neynewa û Mûsilê, lê jin û zilamek hêj li kampê mane.

 

Ew jin û mêr xelkê rojhilatê Mûsilê ne û mala wan hatiye xerakirin. Koçbera mesihî Sena Bêhnam dibêje ji mesihîyan re  gelek zehmet e bikaribin li rojhilatê yê Mûsilê bijîn.

 

Sena Bêhnam daxwaza alîkariyê dike, ji ber ku di kampê de av û elektîrîk li ser wan hatiye qutkirin.

 

Kenîseya Mar Tûma li Mûsilê navenda bîranînên Sena Bêhnam yên xweş e, niha bi tenê ew û hevjînê xwe li kampa Aştî e li Ankwa ya Hewlêrê dimînin.

 

Rojên derbasbûyî heta radeyekê ji bo wan xweş bûn,  lê ji vê bêhtir nikare li kampê bimîne ew niha nizane çi li pêşiya wê ye, karînên wê yên darayî ew di kampê de asê hiştin, venegera Mûsilê û herwiha nekariye xaniyekî kirê bigire.

 

Rêveberiya Nahiya Ankawa, kampên koçberên mesihî yên bajarê Mûsilê û Deşta Neynewayê girtin, ku berê 4 kamp li wê deverê hebûn.

 

Ji  hezar û 200 malbatên koçber ên kampa Aştî 2 bi tenê Sena û hevjînê xwe li vir mane, ji ber vê yekê gelekî hêsan e ku Kenîse û berpirsên nahiya Ankawa çareyekê ji rewşa wan re bibînin û bi taybetî jî ku soz dabûn hewldanên xwe di vî warî de bikin.