Salih Mislim: Pêwendiyên me û Tirkiyê ji ber Girê Spî neman!

25-11-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê PYDê Salih Mislim diyar kir ku nîvê nifûsa herêma navbera bajarên Cerablos û Ezazê, kurd in û got, kurdan û erebû tirkmenan li hev kirine wê demê karê Tirkiyê li wir çî ye? Mislim her wiha ragihand, pêwendiyên wan ne bi Amerîkayê re heye ne jî bi Rûsyayê re.

Hevserokê PYDê Salih Mislim, duh bi radiyoya Dengê Rûsya FM re li ser rewşa Sûriyê û pêwendiyên PYDê bi Tirkiyê re axivî.

Salih Mislim di bersiva vê pirsê de ku çima hevdîtin û diyaloga navbera wan û Tirkiyê nema, got, hemû ji ber Girê Spî (Til Ebyed) bû. Dema Girê Spî ket bin kontrola hêzên me êdî deriyê bazirganiyê ji tirkan re hat girtin, ji ber wê jî hêrs bûn.

Mislim anî ziman ku xem û derdê Tirkiyê, tirkmenên Sûriyê nîne û wiha got: “Li herêma navbera Cerablos û Ezazê kurd jî hene, nîvê nifûsa wê deverê kurd in. Ereb û tirkmen jî li wir hene. Madem kurdan û tirkmen û ereban li hev kirine, karê Tirkiyê li wir çî ye?!”

Derheqê pêwendiyên PYDê bi Rûsya û Amerîkayê re jî hevserokê PYDê got, ti pêwendiyeke me ya siyasî bi Amerîkayê re tine, tenê di warê leşkerî de bi YPGê re kar dikin. Pêwendiyên me bi Rûsyayê re jî tine. Rûsya nû hatiye meydanê û hîn ji me dûr e. Dibe ku di demên pêş de di warê leşkerî de hinek alîkarî bike.

Li ser xistina balafira şer a Rûsya ji aliyê Tirkiyê ve jî Salih Mislim got, ew cihê ku balafir ketiye, sînorê Tirkiyê ye. Li wê herêmê tenê tirkmen najîn ermenî jî hene. Tirkiye li wir komên radîkal û cîhadî bicîh dike. DAIŞ û El Nusra ji wir hatibûn derxistin lê ev çend roj in dîsa ketine wir. Balafirên Rûsya jî li wan komên ku dixwazin çiyayên wir bigirin, didan.

Ev demek dirêj e Tirkiye behsa çêkirina herêma aram di navbera bajarên Cerablos û Ezazê yên Rojavayê Kurdistanê de dike. PYD bi tundî li dijî vê yekê ye û dibêje, qesta Tirkiyê êrişa li dijî kurdan û Rojavayê Kurdistanê û astengkirina pêşketinên YPGê li hember DAIŞê ye. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst