Nêçîrvan Barzanî û Erdogan rêkeftina hinartina petrolê îmze dikin


 

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi mebesta îmzekirina rêkeftina hinartina petrol û gaza Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê, diçe Enqerê.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî dê sibê (26.11.2013) serdana Tirkiyê bike û li Enqerê digel Serokwezîrê wî welatî Receb Tayîb Erdogan hevdîtin pêk bîne.

Derbarê dahat û sûda firotin û hinartina petrol û gaza Herêma Kurdistanê de, Wezîrê Enerjiya Tirkiyê Taner Yildiz diyar kir ku gelê Iraqê mafê xwe heye ku ji dahat û sûda ku ji rêkeftinên digel “Bakûrê Iraqê” (Herêma Kurdistanê) tên îmzekirin, sûdmend bibin û divê nusxeyek ji wan belgeyan radestî hikûmeta Iraqê bên kirin.

Ji aliyekî din, Serokwezîr Barzanî roja 23ê Mijdara îsal di civîneke rojnamevaniyê de xwest, qanûna dabeşkirina dahata petrol û gazê ya Iraqê di demek zû de ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve were derxistin ji ber ku diviya qanûna han çend sal beriya niha hatiba derxistin û pesendkirin lê guherîna hikûmeta Malikî ev yek dereng xist.

Li gorî raporên cîhanî, hinartina petrol Herêma Kurdistanê bi rêya boriya navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê dê bibe sedema serxwebûna aboriya Kurdistanê û ev jî hêz û wêrekiyek mezin dide siyaseta Herêma Kurdistanê.

Li gorî agahiyên Rûdawê, Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî yê Herêma Kurdistanê Dr. Aştî Hewramî, serdana Enqerê kiribû bo organîzekirina amadekariyên dawî yên rêkeftina hinartina petrol û gazê di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de.

Her wiha li gorî agahiyên Rûdawê, di serdana Nêçîrvan Barzanî ya Enqerê de cîgirê wî Îmad Ehmed jî dê pê re biçe Tirkiyê.