Mesut Tek: Hinek alî dixwazin Demîrtaş û PKKyê bînin hemberî hev

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê giştî yê berê yê PSKyê Mesut Tek got, “Ez bawer nakim di navbera PKK û Demîrtaş de nakokiyeke kûr hebe, hinek cudahî hene lê ew qasî mezin ku hinek alî mezin dikin û dixwazin Demîrtaş û PKKyê bînin hemberî hev.”

Sekreterê giştî yê berê yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesut Tek bû mêhvanê Rûdawa Îro û pirsên Niwêner Fatîh bersivandin.

23yê vê mehê li navçeya Kahramankazanê ya Enqereyê êrişî Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewavaniyê ya Tirkan (TUSAŞ) hat kirin.

Li gorî daxuyaniya Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya di êrişê 5 kes hatine kuştin û 22 kes jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya Yerlîkaya 2 kesên ku êriş encam daye jî hatine kuştin.

Mesut Tek da zanîn ku cihê ku êriş lê hatiye kirin cihekî stratejîk e û bi bîr anî ku Tirkiyeyê nûçeyên li ser êrişê qedexe kirine.

Tek amaje pê kir ku bûyerên bi vî rengî berê jî rû daye û mirov nikare niha li ser armancên êrişê tiştekî bibêje.

“Hinek alî dixwazin Demîrtaş û PKKyê bînin hemberî hev”

Tek diyar kir, dibe ku hinek aliyên PKKyê li dijî destpêkirina pêvajoyeke nû ne.

Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş gotibû ku, “Eger peyameke Ocalan a ji bo aştiyê hebe em dê piştgiriyê bidin.”

Sekreterê giştî yê berê yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) li ser nêrînên Demîrtaş û Qendîlê got:

“Ez bawer nakim di navbera PKK û Demîrtaş de nakokiyeke kûr hebe.

Li gorî bîr û baweriya min hinek cudahî hene lê ew qasî mezin ku hinek alî mezin dikin û dixwazin Demîrtaş û PKKyê bînin hemberî hev.

Li gorî bîr û baweriya min, Îran naxwaze ev pêvajo bi pêş bikeve.

Mixabin bandora Îranê li ser Qendîlê gelek e. Dibe ku Îran û hinek aliyên siyasî yên ku naxwazin li Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê dest pê bike rêka diyalogê bigirin.”

Mesut Tek, “Îran çima naxwaze, bandora aştiya li Tirkiyeyê li ser Îranê çi ye?” wiha bersivand:

“Du tiştên Îranê hene. Yek, Îran dixwaze li Rojhilata Navîn korîdora Şiî pêk bîne û Tirkiye li hemberî vê korîdorê ye.

AK Partî bi Îxwanul Muslumîn re ye, ew jî bi Şiiyan re nakok in.

Ya din jî projeya Rêya Bipêşveçûnê ye ku Tirkiye û hinek welatên Kendavê dixwazin bi cih bînin. Îran li dijî vê projeyê ye.

“Dema Kurd nêzîkî serkeftinê dibin ew dibin yek”

Berjewendiyên Îran û Tirkiyeyê cuda ne lê divê ji bîra me neçe ku Kurd kengî nêzîkî serkeftinê dibin Îran, Tirkiye, Sûriye û Îraq dibin yek.

Divê em ji bîr nekin ku dema Referandûma Başûrê Kurdistanê jî helwesta wan yek bû.”

“PKK bi hêz e, dê çima çekan deyne?”

Tek li ser pirsa, “Eger Ocalan bi awayekî zelal bixwaze ku PKK çekan deyne gelo dê PKK vê qebûl bike?” got:

“Ez bawer nakim, divê PKK beriya ku çekan deyne zanibe bê ma dê dewlet ji bo Kurdan çi bike. Li gorî bîr û baweriya min PKK îro bi hêz e.

Dema ku bi hêz be dê çima çekê deyne, divê zanibe bê dê dewleta Tirkî li beramberî çekdanînê çi bide.

PKK îro li Rojavayê Kurdistanê desthilat e, axa wan heye. Hêzên wan ên çekdar hene. PKK li Sûriye û Rojhilata Navîn hêzeke bibandor e.

Dewlet dê li beramberî çekdanînê çi bide Kurdan? Ez bawer nakim ku heta ev zelal bibe PKK çekan deyne yan jî şer rawestîne.

Divê dewleta Tirkiyeyê jî destê xwe veke û eşkere bike ku dê vê meseleyê çawa çareser bike.”

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî 22yê vê mehê got ku bila Ocalan li parlamentoya Tirkiyeyê biaxive û ragihîne ku wî PKK tesfiye kiriye.

“Pêvajo ji Tirkiyeyê re pêwîst e çimkî ketiye tengasiyeke mezin”

Mesûd Tek ev mijar jî bi vî rengî nirxand:

“Bahçelî yekem kes bû li dijî pêvajoya berê derket û ew pêvajo wekî xiyanetê bi nav kir lê îro ji bo vê pêvajoyê derdikeve pêş.

Bi baweriya min ji bo dewleta Tirk pêwîst dike ku ev pêvajo dest pê bike çimkî Tirkiye hem li herêmê hem li derveyî welêt û hem jî li hundir ketiye tengasiyeke mezin.

Qeyrana aborî gihiştiyê hedê dawiyê, bêedaletî, tundî kuştina jinan gihiştine hedê dawiyê.

Dewleta Tirkiyeyê fêhm kiriye ku eger Îsraîl êrişî Îranê bike, dê ji sedî 100 jî êriş bike, hevsengiya li Rojhilata Navîn dê têk biçe û dê hevsengiyeke nû çêbibe.

Tirkiye jî dixwaze destê xwe qewîn bike û ji bo vê jî dixwaze bi Kurdan re dest bi pêvajoyeke nû bike.

Hikûmet û Tifaqa Cumhurê dixwazin destûra nû were pesendkirin û pêdiviya wan bi dengên Kurdan jî heye û dixwazin bi vê pêvajoyê dengên Kurdan bistînin.

Eger îro CHP yekem be ev bi saya dengên Kurdan e, belkî jî dixwazin pêwendiya Kurdan û CHPyê nehêlin an lawaz bikin.

Lê sedem çi dibe bila eger pêvajoyek dest pê bike ev di berjewendiya Kurdan de ye divê em ji niha ve li dijî dernekevin.”