HRE: ‘Leşkerek û 4 çete hatin kuştin’

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand, “Leşkerekî dewleta Tirk û 4 çete hatin kuştin, her wiha 5 leşkerên Tirk û 5 çete birîndar bûne.”

23yê vê mehê li navçeya Kahramankazanê ya Enqereyê êrişî Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewavaniyê ya Tirkan (TUSAŞ) hat kirin.

Tirkiye piştî vê bûyerê êrişî Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike.

Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê êrişî santralên kareba, gaz û petrolê, benzînxaneyan, nexweşxaneyan, depoyên genim, holên dawetê û navendên tenduristiyê dike.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî da zanîn ku Tirkiye sivîlan dikuje û sûcên şer dike.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) di daxuyaniyeke nivîskî de da zanîn ku wan li hemberî van êrişan gelek çalakî li dar xistine û got:

"Li hemberî êriş û polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê çalakiyên tolhildan û  bersivdayînê hatin lidarxistin.”

Li gorî daxuyaniyê di van çalakiyan de leşkerekî Tirkiyeyê û 4 çekdar hatine kuştin û 5 leşker û 5 çekdar jî birîndar bûne.

HREyê amarên çalakiyan cuda cuda dan û dîmenên çalakiyeke sekvaniyê jî belav kirin.

Divê were gotin ku Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê heta niha liser mijarê ti daxuyanî nedaye.