Êrişên Tirkiyeyê: Nasnameyên 6 şervanan hatin eşkerekirin

25-10-2024
Nîşan Tirkiye Şingal YBŞ Şervan Nasname
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) nasnameyên 6 şervanan eşkere kirin ku di êrişên Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye.

23yê vê mehê li navçeya Kahramankazanê ya Enqereyê êrişî Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewavaniyê ya Tirkan (TUSAŞ) hat kirin.

Tirkiye piştî vê bûyerê êrişî Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike.

Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê êrişî santralên kareba, gaz û petrolê, benzînxaneyan, nexweşxaneyan, depoyên genim, holên dawetê û navendên tenduristiyê dike.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî da zanîn ku Tirkiye sivîlan dikuje û sûcên şer dike.

Tirkiye li Başûrê Kurdistanê Şingal jî di nav de êrişî gelek deverên cuda dike.

Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ragihand ku Tirkiyeyê şeva borî û îro li Şingalê êrişî 16 deverên cuda kiriye.

Li gorî daxuyaniya YBŞyê di êrişên Tirkiyeyê de 6 şervanan canê xwe ji dest daye û nasnameyên wan wiha ne:

- Nemir Qasim Elî: Nemir Helîqî

- Umran Ehmed Qasim: Orhan Şingal

- Ezîz Xeyro Cirdo: Dilbirîn Şingal

- Raîd Xalîd Husên: Azad Şingal

- Selah Hesen: Dilgeş Şingal

- Wed Hemed: Rojhat Ereb

Fermandarê Hêzên Parastina Êzidxanê Heyder Şeşo ji Rûdawê re da zanîn ku êrişî şeva borî saet 23:30î dest pê kiriye û îro heta devdevê sibehê saet 03:yan ajotiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst