Hewlêr- Serokê CHPyê Ozgur Ozel diyar kir ku pêwîst nake Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan here parlamentoyê û li kursiyê parlamentoyê biaxive.
Serokê CHPyê Ozgur Ozel Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewavaniyê ya Tirkan (TUSAŞ) ziyaret kir.
Ozel piştî ziyaretê bersiv da pirsên rojnamegeran û li ser pêvajoya nû axivî.
Ozgur Ozel amaje bi gotinên Serokê MHPyêl Devlet Bahçelî kir û wiha got:
"Dibêjin, ‘Ozgur Ozel soza dewletekê daye’ beriya wê ez dibêjim, ‘Werin em vî welatî bikin welatekî ku 86 mîlyon mirov xwe welatiyê wî hîs bikin.
Ez ji we re pêşniyar dikim ku hûn bibin xwediyê dewletê. Dewleta Komara Tirkiyeyê da ku bibe welatê 86 milyon kesî’ helwesta me pir zelal e.
Em piştgiriyê didin çekdanînê û em aştiyê dixwazin. Fikra anîna Ocalan a Devlet Bahçelî ye. Fikreke me ya wisa nîne.
Pêwîst nake Abdullah Ocalan li kursiyê hevpar ê wan û DEM Partiyê biaxive.
Derfet bê dayîn Ocalan dê ji ku derê be jî banga xwe bike.”
“Ez nikarim li ser navê Erdogan biaxivim”
Ozgur Ozel li ser bêdengiya Erdogan a li hemberî banga Bahçelî ya li Ocalan jî wiha got:
“Em tiştekî wiha bibêjin. Ez ne mixatabê pirsê me.
Di balafirê de rojnameger tunebûn û ev pirs nekirin lê teqez dê rojnameger vê pirsê bikin û hûn dê bersivê ji Erdogan bibîhîzin.
Baweriya mina li ser wê mijarê berdewam dike. Ji ber vê yekê min nûçe bi baldarî şopand.
Di balafirê de behsa vê mijarê nekir. Ez nikarim li ser navê Erdogan biaxivim.”
Çi bûbû?
Serokê MHPyê Devlet Bahçelî 22yê mehê got ku bila Ocalan li Parlamentoya Tirkiyeyê di komcivîna DEM Partiyê de biaxive.
Bahçelî amaje bi wê yekê kir ku ew ji bo avêtina hinek gavan amade ne û got:
“Heger li ser mijara siyaset, welat û paşerojeke bêyî teror her kes li hev bike, em amade ne destê xwe bixin binê kevir, em bi hebûna xwe li holê ne.”
Bahçelî her wiha anî ziman ku eger tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin, bila di Civîna Koma Meclisê ya DEM Partiyê de biaxive û bang bike ku PKK bi temamî qediyaye û rêxistin ji holê hatiye rakirin.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştgirî da gotinên Bahçelî û got:
"Divê pencereya derfeta dîrokî ya ku ji aliyê Tifaqa Cumhurê ve hatiye vekirin, nebe qurbaniya hesabên şexsî."
Piştî 43 mehan Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan ragihand ku 23yê çûye Îmraliyê.
Omer Ocalan ji ser hesabê xwe yê Xê peyama Abdullah Ocalan a ji raya giştî re par vekir.
Abdullah Ocalan wiha gotibû:
"Tecrîd berdewam dike. Heger şert û merc pêk werin, hêza min a teorîk û pratîk heye ku ez vê pêvajoyê ji zemîna nakokî û tundiyê ber bi zemîna hiqûq û siyasetê biguherim.”
Li aliyê din, Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKyê diyar kir ku ew dê bi hemû awayî pêbendî helwesta Abdullah Ocalan bin û mixatabê pêvajoyê Ocalan e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse