Şaredarên Amed, Wan û Mêrdînê çûn serdana Şaredariya Sirûcê

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên şaredariyê yên Amed, Wan û Mêrdînê û hejmarek şaredarên din ên Kurd çûn serdana Şaredariya Sirûcê.

Hevserokê Şaredariya Amedê Dogan Hatun, Hevserokên Şaredariya Wanê Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal, Hevseroka Şaredariya Mêrdînê Devrîm Demîr, Hevseroka Şaredariya Dêrsimê Birsen Orhan û Hevseroka Şaredariya Wêranşarê Bedriye Yorgun roja pêncşemê çûn serdana Şaredariya Sirûcê.

Hevserokên ku çûn serdana Şaredariya Sirûcê bi Hevserokên Şaredariya Sirûcê Muslum Baran û Ayten Kayayê re hevdîtinek kir.

Hevserokan li ser kar û xebatên şaredariyan fikr û ramanên xwe bi hev re parve kirin.

Piştî hevdîtina li Şaredariya Sirûcê hevserokên şaredariyan ji Sirûcê veqetiyan.