Li Efrînê guhertina demografîk ji sedî 75 derbas kir

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiye û hêzên mixalefeta Sûriyeyê yên girêdayî Enqereyê, pêvajoya guhertina demografiya li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dimomînin.

Li gorî amaran li Efrînê guhertina demografîk ji sedî 75 derbas kiriye.

Artêşa Niştimanî ya Mixalefeta Sûriyeyê, bi piştgirî û alîkariya Tirkiyeyê, li Efrînê pêvajoya guhertina demografîk didomîne.

Li gorî amarên ku bi destê Rûdawê ketine, li herêma Efrînê 647 hezar kesên Ereb û Tirkmenên hawirde li şûna niştecihên Kurd ên resen hatine bicihkirin.

Her li gorî wan amaran hejmara Kurdên resen ên li Efrînê tenê derdora 193 hezaran e.

“Zêdeyî 300 hezar Kurdan koçber bûn”

Çalakvanên sivîl Ibrahîm Şêxo ji Rûdawê re got:

"Ev guherîna demografîk li Efrînê plana yekemîn a dewleta Tirkiyeyê ya dagîrker e. Dema wê Efrîn dagîr kir, dest bi guhertina şêniyên wê kir û zêdeyî 300 hezar Kurdên resen ji Efrînê koçber bûn. Li şûna wan bêhtir ji 450 hezar kesên Erebên hawirde hatin bicihkirin

Ev siyaset hîn jî berdewam e. Zimanê Tirkî jî li dibistanan tê sepandin û siyaseta wan ji destpêkê ve heta niha berdewam e."

Bi gotina Ibrahîm Şêxo, pêvajoya guherîna demokgrafîk a ji xelkên herêma Efrînê cihê metirsiyê ye û gihiştiye asta herî bilind.

“Rêjeya Ereb û Tirkmenên hawirde ji sedî 75 derbas kiriye”

Ibrahîm Şêxo herwiha got, “Îro siyaste wan li hundirê herêmên dagîrkirî, bi taybetî li herêma Efrînê, cihê metirsiyê ye, ji ber ku ev guhertina demografîk gihiştiye asta herî bilind. Ji sedî 75 derbas kiriye.

Îro nişteciyên Ereb û Tirkmenên hawirde, rêjeya wan ji sedî 75 derbas kiriye û rêjeya Kurdên Efrînê bûye kêmtir ji sedî 25."

Li gorî zanyariyên ku hatine bidestxistin, li bajarê Efrînê ji sedî 16 Kurd mane û li şûna nişteciyên Kurd ên resen ji sedî 84 Ereb û Tirkmenên hawirde ne.

Bi heman awayî li nahiyeya Şiyê ji sedî 32,5 Kurd mane û ji sedî 67,5 hawirde ne.