Li Amedê operasyon: 3 gerîlayan canê xwe ji dest da

25-10-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Amed PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlikaya ragihand ku di operasyona li Amedê de 3 gerîlayên PKKyê jiyana xwe ji dest da.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlikaya derbarê operasyona leşkerên Tirkiyeyê ya ku duh li navçeya Licê ya Ameda Bakurê Kurdistanê dest pê kiribû daxuyanî da.

Alî Yerlikaya diyar kir ku li herêma Bêşişt, Cofitnê û Dareqolê di êrişên artêşa Tirkiyeyê de 3 gerîlayên PKKyê canê xwe ji dest da.

Li gorî daxuyaniyê, Nazim Hikmet Ulgen ê bi nasnavê Bedran, Onur Kamiloglu yê bi nasnanavê Ciwan û Muhammed Gonyelî yê bi nasnavê Seyît Brûsk canê xwe ji dest da.

PKKyê heta niha derbarê operasyonê de ti daxuyanî ne daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst