Li Silêmaniyê agir bi kargeheke qîrê ket: Mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) – Li Silêmaniyê agir bi kargeheke qîrê ket û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Peyamnêrê Rûdawê yê Silêmaniyê ragihand ku îro li ser rêya Erbet-Silêmaniyê agir bi kargeheke qîrê ket.

Rêveberê Nahiyeya Erbetê Daban Mihemed ji Rûdawê re diyar kir ku ji ber agirê li kargeha qîrê çend kes birîndar bûn.

Rêveberê Navenda Hewarçûna Silêmanyayê Saman Nabir jî diyar kir ku ji ber wî agirî kesekî canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Bi gotina  Saman Nadir rewşa birîndaran dijwar e.

Hat zanîn ku heta niha jî agirt nehatiye kontrolkirin.