KERKÛK – Artêşa Îraqê gelek cotkarên Kurd desteser kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Kerkûkê herî kêm 20 cotkarên Kurd, ji aliyê artêşa Îraqê ve hatine girtin.

Artêşa Îraqê, li gundên Şenaxe, Palkane û Gabelekê yên navçeya Sergaranê ya parêzgeha Kerkûkê herî kêm 20 cotkarên Kurd desteser kirin.

Muxtarê gundê Gabelekê Dilêr Kake Ehmed, têkildarî desteserkirina cotkaran ji tora medyayê ya Rûdawê re axivî.

“Wan destûr neda”

Dilêr Kakê Ehmed da zanîn ku artêşa Îraqê rê li ber cotkarên Kurd girtiye û got:

“Hêzên artêşa Îraqê îro li herêmê digeriyan û wan destûr neda ku cotkar herin nav zeviyên xwe.

Cotkarên Kurd jî gihan hev û wan biryar da ku herin li nav zeviyên xwe bixebitin.”

Hêzên Îraqî li ser vê yekê herî kêm 20 cotkarên Kurd girtin û ew veguhastin navenda leşkerî.

Hêzên Îraqî ji wan cotkaran re gotiye, “Nabe ku bi ti awayî hûn herin nav zeviyên xwe.”

Dilêr Kake Ehmed diyar kir ku zêdetirî salekê ye li herêma wan rewş wiha ye û zextên artêşa Îraqê zêde bûne.

Bêyî ku fermanek an jî nivîsek hebe qedexe dikin

Dilêr Kakê Ehmed, amaje pê kir kir ku hêzên Îraqî “Bêyî ku fermanek an jî nivîsek hebe” rê nadin cotkarên Kurd herin nav zeviyên xwe û got:

“Leşkerên Lîwaya 8an, her roj xalên kontrolê datînin û her kesê ku bixwaze here nav zeviyên xwe jî desteser dikin.”