SERÊ KANIYÊ- Çekdar cihên şûnwarî dikolin

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên Artêşa Niştimanî ya ser bi Tirkiyeyê ve li Serê Kaniyê cihên şûnwarî dikolin.

Ajansa North Pressê ragihand ku  grûpên çekdar ên Emşat û Hemzatê yên Artêşa Niştimanî ya ser bi Tirkiyeyê ve, li nav bajarê Serê Kaniyê cihên şûnwarî dikolin.

North Pressê da zanîn ku van grûpan li Girê Fixêriyê li gundewarê başûrê wî bajarî jî dest bi kolana cihên şûnwarî kiriye.

Ev karên kolanê bi mebesta derxistina parçeyên şûnwarî (arkeolojîk) tên kirin.

Grûpên çekdar ên di kontrola Tirkiyeyê de, ji 19ê Çiriya Pêşîna 2019an ve li Girê Spî û Serê Kaniyê binpêkirinan dikin.