Li Semsûrê pevçûn: 3 birîndar

25-10-2023
Nîşan Semsûr Pevçûn Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kolikê ya parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, di navbera du aliyan der pevçûnek çêbû.

Di vê pevçûnê de 3 kes birîndar bûn.

Pevçûnê doh rû da û sedema wê heta niha jî nayê zanîn.

Der du aliyan bi dar û keviran êrişî hevdû kir û 3 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê her sê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Kolikê.  

Hat zanîn ku rewşa birîndaran a tenduristiyê baş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst