WAN - Minîbusê teqle da: 7 kes birîndar bûn

25-10-2023
Nîşan Wan Westan Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Westanê ya Wana Bakurê Kurdistanê minîbusekê teqle da û 7 kes tê de birîndar bûn

Li Westanê minîbusa ku nasnameya ajokarê wê hê nehatiye tesbîtkirin di derketina Tunêla Kuskunkiranê da ji rê derket û teqle da.

Li ser agahîdayîna kesên li derdorê, tîmên tenduristiyê, tîmên agirvemirandinê û cendirme çûn cihê qezayê.

Tîman 7 kesên ku di qezayê da birîndar bûn rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst