Li gelek bajaran polîsan bi ser ofîsên medyaya Kurdî de girtin

25-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Polîs ên Tirkiyê îro di operasyonekê de avêtin ser ofîsên Ajansa Mezopotamya (MA) û JINNEWS û malên hejmarek rojnamevên Kurd û li gor zanyariyên destpêkê hejmarek kes hatine desteserkirin.

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê polîsan bi ser ofîs û malên payamnêrên Ajansa Mezopotamya û JINNEWSê de girtin.

Operasyon bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Enqerê li Enqere, Stenbol, Amed, Wan, Riha, Mêrdîn û Mêrsînê hatine kirin û polîsan bi ser ofîsên her du ajansên Mezopotamya (MA) û JINNEWS de girtine ku nûçeyên herêmên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê bi zimanên Kurdî û Tirkî diweşînin.

Polîsan herwiha bi ser malên hin rojnamevanên her du ajansan de girtin û lêgerîn kirin.

Li gor agahiyan, polîsan 11 rojnamevanên Kurd desteser kirine.

Hatiye ragihandin ku polîsan bi ser malên peyamnêrên wê ajansê yên Amedê Selman Guzelyuz, yê Wanê Hakan Yalçın û yê Rihayê Emrullah Acar, ya Enqerê Zemo Aggoz û mala rêvebera karê nivîsê ya Stenbolê Diren Yurtsever de girtin û ew desteser kirin.

Di çarçoveya heman lêpirsînê de Peyamnêra JINNewsê ya Mêrdînê Oznur Deger û yên Enqerê Habibe Erende û Derya Ren jî li malên xwe hatine desteserkirin.

Di dema serdegirtinan de Birêvebera Karê Nivîsan a Mayê Dîren Yurtsever, peyamnerên MAyê Deniz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Berîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrullah Acar ve Ceylan Şahinli û peyamnerên JINNEWSê Habibe Eren, Oznur Değer û Derya Ren hatin desteserkirin û ji bo Enqerê hatine veguhestin

Di van desteserkirinan de polîsan dest danîn ser gelek belge û pirtûkên wan rojnamevanan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst