Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Serokwezîrê nû yê Brîtanyayê Sunak kir

25-10-2022
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Rishi Sunak Pîrozbahî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîr Mesûr Barzanî bi boneya posta wî ya nû pîrozbahî li Serokwezîrê nû yê Brîtanya Rishi Sunak kir.

Serokwezîrê nû yê Brîtanyayê Rishi Sunak, ji bo avakirina hikûmetê erka avakirina hikûmetê ji Şah Charles ê Sêyem wergirt.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî bi rêya peyamekê li ser hesabê xwe yê Twitterê pîrozbahî li Sunak kir.

Barzanî got “Rishi Sunak ji bo tayînkirina we wek serokwezîrê Brîtanyayê pîroz dikim. Ez li bendê me ku ji nêz ve bi we re bixebitim da ku hevkariya me pêş bixin û li ser dostaniya Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê bihêz ava bikin.”

Liz Truss ku li şûna Borris Johson bû Serokwezîr Brîtanyayê, tenê piştî 45 rojan di 20ê Cotmeha 2022an de dest ji serokatiya Partiya Muhafazakar û serokwezîrtiyê kişand, cara dawîn li ber avahiya serokwezîrtiyê 10 Downing Streetê ji gel re axivî û piştre îstifaya xwe pêşkêşî Şah Charles ê Sêyem kir.

Piştî hevdîtina bi Liz Truss re, Rishi Suna bi Şah Charles ê Sêyem re civiya û ji Şah erka avakirina hikûmetê wergirt û bi veê yekê bi fermî bû Serokwezîrê nû yê Brîtanyayê.

Piştî mirina Şajin Elizabeth a Duyem, Rishi Sunak bu yemek serokwezîrê ku erka avakirina hikûmetê ji destê Şah Charles ê Sêyem werdigre.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Li Rihayê xwişk û bira di çem de xeniqîn / Wêne: Arşîv

Li Rihayê xwişk û bira di çem de xeniqîn

Li navçeya Sêweregê ya Rihayê xwişk û birayê biçûk ji bo ku honik bibin, ketin çem û tê de xeniqîn