Civîna PYNK û şanda Amerîkayê: Divê Amerîka ne wek name lê zexteke cidî li dewlet Tirk bike

25-10-2022
Xalid Cemîl Mihemed
Civîna PYNK û şanda Amerîkayê: Divê Amerîka ne wek name lê zexteke cidî li dewlet Tirk bike
Civîna PYNK û şanda Amerîkayê: Divê Amerîka ne wek name lê zexteke cidî li dewlet Tirk bike
Nîşan Amerîka PYNK ENKS
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevdem ligel hatina şandiyê Amrîka bo Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ew bi awayekî cuda ligel herdu aliyên projeya diyaloga Kurdî – Kurdî, kete hevdîtinê. Sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê Salih Gedo ragihand ku di civînê de ji Amerîkayê xwestine “Amerî zexteke cidî bikin li dewlete Tirk û ne ku name bidin Tirkan, divê wek helwest ji aliyê Amerîkayê ve bide xuya kirin li dijî van êrişên rojane.”

Derbarê wê yekê jî, her aliyekî ji wan, nerînên xwe pêşan dan. Serkirde ji hevpeymaniya bi navê Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî PYNKê, Salih Gedo, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku, şandiyê Amerîka di civîna xwe de, ligel partiyên PYNKê, behsa vekirina deriyê sînorî yê Sêmalka, li pêşiya xelkê kir, û diyar kir ku, şandiyê Amerîka nerazîbûna xwe derbarê êrîşên Tirkiyê li ser navçeyê nîşan da.

Sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê Salih Gedo got “Vekirna deriyê Sêmalka-Fîşxabûr li pêşiya xelkê û tekez kir ku dê di wê meseleyê de kar dikin û heya ev derî tê vekirin. Ya duyem li ser alîkariyên wan ên aborî ji bo herêmê û ew alîkarî di rêya hin rêxistinên navnetewî re bên kirin. Xala sêyem nerazîbûna xwe da xuyakirin ji êrişên Tirkan re li ser herêmê dironên wan bi rojane êriş dikin. Ji aliyê xwe de jî şanda PYNKê jî li ser çen xalan rawestiyan; yek jê alîkariyên Amerîkî divê ji vê herêmê re bi rengekî bihêztir bin, bêhtir bin ji ber ku herêm di alozî û aboriyeke kûr re derbas dibe. Xala duyem, divê Amerî zexteke cidî bikin li dewlete Tirk û ne ku name bidin Tirkan, divê wek helwest ji aliyê Amerîkayê ve bide xuya kirin li dijî van êrişên rojane çi di rêya dronan re bin, çi jî çekên kîmyewî ku berî çend rojan bikaranîn. Bi rastî bêhtir ev xalên nîqaşê bûn di nav şanda PYNKê û balyozî Amerîkî de.”

Partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî ENKSê jî ragihand ku, wan ligel şandiyê Amerîka, hejmarek ji mijaran gotûbêj kirin, ji wan: Rewşa Efrînê, binpêkirinên grûpa bi navê (Ciwanên Şoreşgêr), vekirina deriyê sînorî yê Sêmalka li pêşiya siyasetmedar û sivîlan. Herwih rewşa perwerdeyê û xwendinê li Rojavayê Kurdistanê.

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Silêman Oso dibêje “Meseleya diyalogê bi me re behs nekir, di baweriya min de ew qeneetek li cem wan heye ne amade ne ku vegerin ser maseya diyalogê. Amerîkî ev du car in bi me re vê xalê guftûgo nake. Ji ber ku belî Amerîka gihiştibe qenaetekê ê me wek encumenê tiştek li aliyê me tine, aliyên din ên ku ne amade ne ku veger ser maseya diyalogê, mixabin bolyozê ku li du Braunstein jî hat nikaribû tiştek bikira di vî warî de, lê di qonaxa mana wî de hevdîtinek di navbera me û wî Mazlûm de çê bû.”

Şandiyê Amerîka ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Nokolas Grênger roja Duşemê, 24ê Cotmeha 2022yan, li Qamişlo ligel her yekê ji partiyên PYNKê û ENKSê, bi awayekî cuda civiya û hejmarek ji mijaran gotûbêj kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst