Li Wanê 4 kes bi tometa ‘qaçaxçîtiya koçberan’ hatin girtin

25-10-2021
RÛDAW
Nîşan Qaçaxçîtiya Koçberan Wan Koçber Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, 4 kes bi hinceta qaçaxçîtiya koçberan hatin girtin.

Rêveberiya Ewlekariya Parêzgehê ragihand, tîmên Rêveberiya Şaxa Dijî Qaçaxçîtiya Koçberan û Deriyên Sînorî, xebatên xwe yên rêgirîkirina qaçaxçîtiya koçberan berdewam dikin.

Tîmên Rêveberiya Şaxa Dijî Qaçaxçîtiya Koçberan û Deriyên Sînorî, di çarçoveya xebatên xwe de navbera 18-24ê Cotmehê 8 operasyon li dar xistin. Di operasyonan de yek jê biyanî derbarê 20 kes hatin desteserkirin.

Piştî temambûna îfadeyên wan li saziya ewlekariyê, 4 kes bi îdiaya qaçaxçîtiya koçberan bo dadgehê hatin veguhestin.

Li dadgehê biryara girtinê bo 4 kesan hat dayîn û 30 hezar dolar cezayê pere li 4 kesan û xwediyên otomobîl, mal û otêlên ku tawanê qaçaxçitiyê tê de hatine bikaranîn hat birîn.

Li gor zanyariyan hêzên ewlekariyê dest danîn ser 4 otomobîlan jî.

Piştî kontrolkirina Efxanistanê ji aliyê Talibanê ve koçberên ku dixwazin biçin Ewropayê di ser Îran û Rojhilatê Kurdistanê re derbasî Wanê dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst