Li Efrînê çekdar bacê li ser cotkarên Kurd ferz dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên grûpa Feyleq el-Mejid a girêdayî Tirkiyê 300 teneke zeyt li ser cotyarên Kurd li gundê Kêla ya nahiya Bilbilê li Efrînê, wekî baca zorane ferz kirine.

Li nav gundê Kêla yê ser bi nehiyeya Bilbilê ya herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê çekdarên grûpa Feyleq el-Mejid a girêdayî Tirkiyê baca zorane li ser dahata cotyarên Kurd ferz kiriye.

Rêxistina Mafên Mirov li Efrînê ragihandiye ku berpirsê ofîsa aborî ya grûpa navborî ku wek Ebû Adil tê naskirin, gundî civandine û biryara ferzkirina bacê li ser dahata wan ji wan re ragihandiye.

Li gorî Rêxistinê, 300 teneke zeyt wekî baca zorane li ser gundiyên Kêla hatine ferzkirin, 180 tenke zeyt sala borî  ji gundiyan hatibûn standin û 500 teneke zeyt ji 5 gundên nahiyeyê htibûn standin.

Endezyar Selah Mihemed, ku xelkê Efrînê ye û rewşa herêmê bi hûrkarî dişopîne, ji Rûdawê re behsa diyardeya baca zorane kir ku ji aliyê grûpên çekdar ve li ser xelkê Efrînê tê ferzkirin.

Endezyar Selah Mihemed û kesayetiyê Efrînê Selah Mihemed got: “Çekdarên opozisyona Sûriyê dest danîne ser berhemên cotkarên Efrînê. Ew bi piştevaniya dewleta zalim Tirkiyê jiyana gelê me yên li Efrînê talan dikin. Tê texmînkirin ku bi sed hezaran dolaran talan dibe li wê derê.”

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirov, berpirsê ofîsa aborî ya Feyleq el-Mejid ji gundiyan re gotiye, ev bac bi biryara Itîlafa opozisyonê û hikûmeta demkî hatiye sepandin.

Tora Medyayî ya Rûdawê pêwendî bi çavkaniyekê ji Itîlafê derbarê vê raporê kir. Çavkaniyê ji Rûdawê re got ku ne Itîlafê û ne jî hikûmeta demkî tu bac ferz nekirine.