Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Coronayê îro dicive û biryarên pêwîst dide

25-10-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Herêma Kurdistanê çend rojin hejmara pêketî û can ji dest dana ji Coronayê zêdetir dibe. Îro Komîteya Rûbirûbûna Coronayê li Herêma Kurdistanê, rewşê dinirxîne û biryarên pêwîst dide.

Li gor amarên roja Şemiyê 23yê Cotmehê, hejmara pêketiyên Coronayê li gor hefteya pêştir %5 zêde bûne û can ji dest dan jî %19 zêde bûne. 

Parêzgarê Hewlêr dibêje, bikar anîna maske dikin neçarî, lê xwendinê ranawestînin.

Parêzgarê Hewlêrê, Umêd Xoşnaw ji Rûdawê re ragihand, “Erkê me ye wek hikûmetê em rêkarên pêwîst pêk bînin. Di beramber de jî erkê hemwelatiyan e xweparêziyên xwe bilindtir bikin. Di vê navendê jî em rewşa jiyanê û debara hemwelatiyan li ber çav digirin.”

Berpirsên tendirustiyê, balê dikşînin ser şewba demsalê û hewşêwebûna beşek li nîşaneyên ligel Korona dikin û daxwaz dikin, xelk testê xwe bikin û ji wê bawer bin bi Coronayê neketine û xelkê din jî ji ber wan pênakevin.

Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir ji Rûdawê re got, “Em daxwaz dikin hemwelatî li ser tedbîrên xweparastinê berdewam bin û derbarê neçarkirina maskeyê jî got, Wezareta Tendirustiyê li ser wê biryarê dide ka gelo bo vê rewşê çareseriyê an na.”

Wezareta Tendirustiyê dixwaze Herêma Kurdistanê jî wek welatên din xwe ligel şewbê biguncîne û yek ji pêşniyaran, neçarkirina xelkê ye bo wergirtina vaksînê.

Saziya Tendirustiya Helebceyê jî pêşniyarek daye parêzgarê Helebceyê da ku ji bo karmendên tendirustiyê wergirtina vaksînê bibe neçarî.

Berdevka Tendirustiya Helebceyê, Şanaz Neqşbendî ji Rûdawê re diyar kir, “Pêşniyar ev e, pizîşk û karmendên tendirustiyê di dema wergirtina mûçe de karta vaksîna koronayê bi wan re hebe yan pişkinîna koronayê bi wan re be, ku di heman heftiyê de hatibe kirin.”

Li Duhokê jî pêşniyara tundkirina tedbîrên rûbirûbûna Coronayê tê kirin. Rêveberê Xweparastina Tendirustiya Duhokê Ferhad Îsmaîl, ji Rûdawê re got, “Em daxwaz ji Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Coronayê dikin ku ji bo temamê mamoste û fermanberan bikaranîna mask û wergirtina vaksînê bikin neçarî.”

Heta roja Yekşemiyê 24ê Cotmehê, li Herêma Kurdistanê 356 hezar û 611 kes bi Coronayê ketine ku 6 hezar û 285 pêketiyan canê xwe ji dest dane.

Di heman demê de, li tevahiya Herêma Kurdistanê welatiyan 652 hezar û 148 dozên vaksînê li xwe dane.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst