Nêçîrvan Barzanî: Kurdistan dikare sûd ji azmûna serkeftî ya Holanda bibîne

25-10-2020
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Hans Akerboom Holanda Herêma Kurdistanê Çandinî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Konsulê Holanda kir û got, “Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê çandin û xwendina zanîngehên wî warî da, dikarê sûd li ezmûna serkeftiya Holanda ya ji bo berev pêşvebirina kerta çandinê bibîne.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro, 25.10.2020, berî nîvro, pêşwazî li Konsulê Giştî yê Holanda li Herêma Kurdistanê Hans Akerboom kir.

Li gor daxjuyaniya ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve hatiye belavkirin di civînê de “peywendiyên Herêma Kurdistan û Holanda û pêşxistina warên alîkariya si navbera her du aliyan, alîkariya kerta taybet ya Holandî li Herêma Kurdistanê bi taybetî li warê çandiniyê de” û herwiha “amadehî û çalakiyên revenda Kurdistanî li Holanda, rewşa Herêma Kurdistan û Iraq, metirsiyên terorê, pejika Covîd-19 û rewşa navçeyê bi giştî hate nirxandin.”

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin Nêçîrvan Barzanî, “xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Holanda dûpat kir û balkişand li ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê çandin û xwendina zanîngehên wî warî da, dikarê sûd li ezmûna serkeftiya Holanda ya ji bo berev pêşvebirina kerta çandinê bibînê û derfet û bingeheke baş ya pêşxistina çandina li Herêma Kurdistanê heye ku dikarê kerta taybetiya Holandî sermayeguzariyê têda bike.”

Her li gor daxuyaniyê, Konsulê Giştî yê Holanda li Herêma Kurdistanê jî “ji bilî derbirîna xweşhaliya bi karê hevbeş û alîkariya li gel Herêma Kurdistanê li warên cuda de, behsa alîkariya kerta giştî û taybetî ya Holandî li gel Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê çandinê de kir û hemû piştgîriyeke welatê xwe ya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê dûpat kir.”

Herwiha di civînê de gotûbêj li ser hevkarî û hemahengiya Holanda li gel Herêma Kurdistanê di warên bicihkirina çaksazî û meşq û rahênana Pêşmerge de, peywendiyên Hewlêr–Bexda, pêşhatên şerê terorê û rûbirûbûna DAIŞê hatin kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst