Li Serê Kaniyê ala DAIŞê hat bilindkirin

25-10-2020
RÛDAW
Li Serê Kaniyê li dijî Fransayê xwepêşandanek hat encamdan
Li Serê Kaniyê li dijî Fransayê xwepêşandanek hat encamdan
Nîşan Serê Kaniyê DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê û alîgirên wan li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, li dijî Fransayê ala DAIŞê bilind kirin.

Li gor dîmenên ku hatine belavkirin, li bajarê Serê Kaniyê ku niha di bin kontrola hikûmeta Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê de ye li dijî Fransayê  xwepêşandanek hat encamdan.

Di dîmenan de diyar dibe ku çekdar û alîgirên xwe li dijî Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ala DAIŞê hate bilindkirin û drûşmên li dijî Fransayê têne berzkirin.

Çekdarên ku dest danîne ser bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê kesên radîkal in, mal û mulkê Kurdan talan kirine û hinek çekdarên berê yên DAIŞ û Cebhet Nûsre di nav wan de cih girtine. Ew di nava xelkê weke diz û kesên kirêgirtî têne naskirin.

Ev yek di demekê de ye ku nakokî û gotinên tund di navbera Serokomarê Fransayê û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de serî hildane.

Berê nakokî derbarê Derya Naverast û aloziyên Lîbyayê bûn, lê vê carê pirseke olî herdû serokan tîne ser hêlê.

Yekem daxuyanî ku nakokî gerim kirine, daxuyaniya Emmanuel Macron bû, dema karê islamiyên tundrew li Fransayê şermezar kir.

Bersiva wê daxuyaniya Macron li Tirkiyê deng veda, ew jî dema Recep Tayyip Erdogan ji Macron re got, divê tu pişkinînê bike, daku bizanibe hişê te di cihê xwe de ye yan na?

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst