Qasim Şeşo: Ji %80 xelkê Şingalê dixwazin Pêşmerge bên deverê

25-10-2020
Nasir Elî
Qasim Şeşo di hevpeyvîneke taybet de li gel Rûdawê behsa rêkeftina li ser Şingalê kir
Qasim Şeşo di hevpeyvîneke taybet de li gel Rûdawê behsa rêkeftina li ser Şingalê kir
Nîşan Qasim Şeşo Şingal Hikûmeta Kurdistanê Bexda Pêşmerge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê tekez dike, “Ji %80 xelkê Şingalê dixwazin Pêşmerge vegerin Şingalê. Kesên ku dijî vegera Pêşmergeyane ne xelkê deverê ne.”

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo di hevpeyvîneke taybet de li gel Rûdawê behsa rêkeftina Hewlêr-Bexda a li ser Şingalê û cîbicîkirina wê rêkeftinê kir.

Qasim Şeşo dibêje, rêkeftina Herêma Kurdistanê û Iraqê derbarê rewşa Şingalê de bi derengî hatiye kirin û “divê zûtir hatiba kirin” û herwiha tekez dike, xelk pêşwaziyê li rêkeftinê dikin.

Fermandarê Hêzên Pêşmerge aşkere dike, “Ji %80 xelkê Şingalê dixwazin Pêşmerge vegerin Şingalê. Kesên ku dijî vegera Pêşmergeyane ne xelkê deverê ne.”

Qasim Şeşo aşkere dike ku heta niha bi giştî 3,000 Pêşmerge li Şingalê hene û lê dibêje, wek xwebexş zêdetirî 10,000 kes li Şingalê hene û “hemû jî di amadebaşiyê de ne û li bendê ev biryar zûtir bê cîbicîkirin.”

Her di axaftina xwe de Qasim Şeşo tekez jî dike ku hêza Pêşmerge dê li derveyî Şingalê bicih bibin û dibêje, “Çekên giran ên Pêşmerge dê li derveyî bajar bin. Rewşa navxwe dê bi rêya asayîşa navxwe bê parastin.”

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê rexne li helwesta PKKê ya li ser Şingalê digire û dibêje, “Qasim Şeşo Em qebûl nakin hêzên derve li Şingalê bimînin.”

Herwiha Şeşo tekez dike, “Hevkarî di navbera me û hêzên rewa yên li vê navçeyê heye” û hişyarî dide, “Eger ev biryar neyê cîbicîkirin dê şer li navçeyê derkeve.”

Li ser cîbicîkirina rêkeftinê jî Qasim Şeşo radigihîne ku “eger Heşd (Heşda Şeibî) razî be dê rêkeftin bê cîbicîkirin.”

Li ser peywendiyên wan li gel eşîrên Ereb jî Şeşo dibêje, “Peywendiyên me li gel eşîrên Ereban baş e.”

Herwiha Fermandarê Hêzên Pêşmerge derbarê hebûna DAIŞê de jî hişyarî dide û diyar dike, “Metirsî heye şaneyên razayî yên DAIŞê çalak bin.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê, di jêr çavdêriya Netewên Yekbûyî de roja 9ê Cotmeha 2020an derbarê asayîkirina rewşa Şingalê û avakirina rêveberiyeke nû li vê navçeyê gihîştibûn rêkeftinekê.

Li gor rêkeftinê bi hevahengiya ligel saziyên emnî yên Herêma Kurdistanê qeymeqamekî nû bo Şingalê tê hilbijartin, asayîşa bajarokê Şingalê tenê erkê polîsên xwecihî, Saziya Asayîşa Niştimanî û Istixbaratê dibe. Her li gor wê rêkeftinê hebûna hêzên ser bi PKKê ve li wê deverê tê bidawîkirin.

Amerîka, Fransa, Almanya û Netewên Yekgirtî pêşwazî li rêkeftina Şingalê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de dikin, lê Heşda Şeibî û PKKê li dijî rêkeftinê derketine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst