Proseya vekirina gorên bikom li Şingalê berdewam e

Şingal (Rûdaw) - Li Şingalê dest bi vekirina goreke bikom tê kirin. Di wê gora bikom de, tê pêşbînîkirin 80 term hebin. Ew termên jinên Kurd ên Êzidî yên ji gundê Koço ne.

Roja 15ê Tebaxa 2014an Wîdad Dawud li gel 500 jinên din ên Êzidî li nava peymangeha gundê Sulax çekdarên DAIŞê 70 jin ji wan cuda kirin û li pêş çavên kesûkarên wan gulebaran kirin.

Wîdad Dawud dibêje, “Em zêdatir 500 kesî bûn hemu kes û karên min, lê dayika min û xwîşkên min ev ên vê derê hemu kesûkarên min in.”

Wîdad Dawud li gel dayika xwe bû, lê çekdarên DAIŞê dayika wê û 10 xizmên wê birin û gulebaran kirin.

Wîdad Dawud diyar dike, “Min dengê teqe kir û min ji vir dît û min çi dî nedît bi tenê min dît ji vir dengê wan hat û kirine vê derê da û dengê teqe hat.”

Ew jinên hawar dikin hemû xelkê gundê Koço ne û her yek ji wan çîrokeke ciyawaz heye û kesûkarên wan di nav gora bikom de ne.

Neam Ilyas, kesûkarê qurbaniyan dibêje, “Hemu kesûkarên me di nav de ne bav û birayên me jî di komkujiyeke din da ne em daxwaz dikin van gorên bikom derxînin.”

Gilye Nayif, kesûkara qurbaniyan, “Her dem gorên me vedikin li me wekî roja fermanê ye, em daxwaz dikin gorên me hemûyan vebikin û hestêyên me bidine me daku em bi axê bispêrin.”

Tîma hikûmeta Iraqê li gel tîmeke hikûmeta Herêma Kurdistanê bi çavdêriya Netewên Yekgirtî, dê 2 gorên bikom di heyama 17 rojan de vebikin û tê pêşbînîkirin 18 rûfat di nav gora Solax de bin.

Rêveberê Tîma Herêma Kurdistanê, Sîrwan Celal dibêje, “Dû gorên bikom li qezaya Şingal li Koço em ê dest bi kar bin, gorek bi tenê maye li gundê Koço û tîmeke me ya din ji  Solaxe em dê dest bikar bin.”

Sala derbasbûyî 17 gorên bikom li gundê Koço hatin vekirin û 235 rûfat ji bo pizîşka dadê ya li Bexdayê hatine şandin û hêj encamên wan derneketine.

Rêveberê Tîma Hikumeta Iraqê  Diyaa Kerîm dibêje, “Em dê her du gorên berî vekin yek li Solax û ya din jî li Koço. Em ê ji bo wan qaymên dirustkirina nav çê bikin bihatna me ya vê carê da daku mafên wan winda nebe.”

Ev duyem cara proseya rakirina gorên bikom li Şingalê dest pê dike bi amadebûna qewl û sebeqeyên olî yên Êzidî û bi gotina qewl, beyt û bi sebeqên Êzidî deriyên wan goran tê vekirin.

Li başûr û bakurê Şingalê 82 gorên bikom hene û di nava wan goran zêdetir ji hezar Kurdên Êzidî hatine komelkujkirin.