Mistefa Balî: Di rewşa deriyê Sêmalka de ti guhertinek çênabe

25-10-2019
RÛDAW
Berpirsê Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mistefa Balî
Berpirsê Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mistefa Balî
Nîşan Mistefa Balî Rojavayê Kurdistanê Çarenivîsa Rojava Tirkiye Rûsya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Ragihandina HSDê dibêje têbîniyên wan li ser beşek ji xalên rekevtina Rûsya û Tirkiyê hene û diyar kir ku di asteke bilind de hevdîtinên wan li gel Rûsyayê berdewam dikin. Balî got jî di rewşa deriyê Sêmalka û saziyên Rêveberiya Xweser de guhertinek çênabe.

Berpirsê Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mistefa Balî beşdarî bultena nûçeyan a Rûdawê bû.

Mistefa Balî derbarê rêkevtina li gel hikûmeta Sûriyê got ku ew ne rêkevtin tenê lihevtêgihiştinek e û ji bo wê yekê ye ku hêzên rejîmê li deverên sînorî belav bibin û sînoran ji gefên Tirkiyê biparêzin. Balî ragihand, “Artêşa Sûriyê dê li ser sînor belav bibe. Sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser dê weke xwe bimînin. Ne di rewşa deriyê Sêmalka û ne jî di rewşa saziyên Rêveberiya Xweser de ti guhertin çênabin. Ev hevtêgiştineke leşkerî ye ji bo destpêkirina diyalogê di navbera aliyan de, lêbelê heta niha di warê siyasî de gavek nehatiye avêtin û diyalogek çênebûye. Dibe aliyên navdewletî li ser kar bikin ku diyalg dest pê bike. Divê gelê me aram be, Rêveberiya Xweser weke berê karê xwe berdewam dike.”

Derbarê rêkevtina Tirkiye û Rûsyayê de jî ku li gor wê rêkevtinê pêwîst e hêzên Kurdî di heyama 150 demjimêran de 30 kîlometran ji sînor dûr bikevin, Mistefa Balî got ku her çi hêz be eger di rawestandina şer de rol bigire ew pêşwaziyê lê dikin lêbelê beşek ji xalên wê rêkevtinê ku li gor gotina wî ew nehatine agahdarkirin û ne beşek in ji wê, ew xal wan eleqeder nakin.

Mistefa Balî aşkere kir ku hêzên HSDê li cihê xwe ne û got, “Nabe em xelkê xwe bêparastin bêhêlin. Lê ev nayê wê wateyê ku em rêkevtinê bi temamî red dikin. Hinek mijar cihê diyalog û gotûbêjan in, divê nîqaş li ser bê kirin. Hêviyên em hene em xelkê xwe ji rewşa şer biparêzin û bi aramî rêkevtinan li ser wê navçeyê pêk bînin.”

Mistefa Balî dibêje tevî ku biryara agirbesê heye û HSDê jî pabendbûna xwe ragihandiye lêbelê artêşa Tirkiyê û grûpên “radîkal îslamî” yên ser bi Tirkiyê ve êrişên xwe ranewastindine û got, “Rojane şer heye û êrişî gundên Kurdan dikin. Ev êrişên cînosayd û qirkirinê li hemberî tevahiya gelê Kurd e. Ev berxwedana miletekê ye li hemberî dewleteke dagirker e.”

Mistafa Balî tekez jî kir ku Amerîka weke dewleteke garantor heta niha bi erkê xwe ranebûye û nekariye li ser Tirkiyê ferz bike ku êrişan rawestîne û got ku ew hêvî dikin Amerîka bi erkê xwe rabe. Balî diyar kir, “Em di qonaxeke gelek hesas de derbas dibin. Rast e, berdêlên giran hatin dayîn, êşên mezin hatin dîtin û dê bên dîtin, lê êdî gelê Kurd derbasî pêngaveke din dibe. Ew gelê Kurd ku digot ‘dostên me tenê çiya ne’ niha dostên me bi qasî çiyayên me li cîhanê hene û em derbasî qonaxa destkevtiyên siyasî dibin. Ji ber hindê divê ev rewş bê fêm kirin ku ev dagirkeriya dewleta tirk li ser me pêk tîne, mesele ne 32 kîlometre, ne çend gund an jî Kobanî û Rojava ye, mesele tevahiya gelê Kurd e, ev ji bo Başurê Kurdistanê jî derbasdar e. Ev dijayetiya li dijî Kurdan li her derê heye. Ji ber hindê divê bê zanîn ev berxwedana gelekî azadîxwaz ya li dijî hêzeke dagirker e.”

Derbarê peywendiyên Donald Trump ên li gel Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî jî Mistefa Balî dibêje, tenê peywendiya Trump tê zanîn û diyar dike gelek berpirs û siyasetmedarên welatan peywendî li gel wan danîne û lê wan wan ev yek aşkere nekirine û dibêje, “Ji ber wê yekê em dibêjin bi qasî çiyan dostên Kurdan hene. Doza Kurdî êdî bûye doza tevahiya cîhanê, ji herêmê derketiye û bûye navdewletî.”

Derbarê naveroka peywendiyên telefonî yên di navbera Donald Trump û Mazlûm Kobanî de, Balî dibêje, “Di wan peywendiyan de Trump weke Serokê Amerîkayê dubare kir ku alîkariya rêveberî û gelê Amerîkayê bo HSD û gelê Kurd dê berdewam bike. Tenê ji şêweyekî derbasî şêweyekî din dibe. Ji şêweyê şerê li dijî terorê derbasî qonaxa parastina destkevtiyan dibe. Soz daye ku dê hêzên Amerîkî bi tevahî ji Rojava venekişin û li vir bicih bibin û dê hevkarî dewam bike. Em naxwazin hurgûliyên din aşkere bikin, bi dem re dê zelal bibin.”

Mistefa Balî aşkre dike ji bilî Donald Trump, kongrês, serokomar û berpirsên welatan rojane li gel Rêveberiya Xweser û HSDê di nav peywendiyan de ne û diyar dike, “Rast e, koçberî çêbû û berdêlên giran hatin dîtin, lê berdêlên azadiyê bi êş û zehmet in û divê em amade bin ji wan êş û azaran re bo ku em hêjayê azadiyê bin. Divê em bawer bin bi hêza xwe weke xelk, HSD, YPG, YPJ. Em bi wê bawer in ku ev rewş dê derbasî ser maseya siyaseta navdewletî bibe û mafên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê dê bên parastin. ”

Li ser peywendiyên li gel Rûsyayê jî Berpirsê Ragihandina HSDê dibêje peywendiyên wan li gel Rûsyayê berdewam dikin û radigihîne, “Giraniyeke Rûsyayê li qada navdewletî û taybetî jî li Sûriyê heye. Em jî hêvî dikin Rûsya bi wê giranihiya xwe rabe û bibe garantoreke çareseriya siyasî li Sûriyê. Peywendiyên me di asta herî bilind de hem bi serokatî û hem jî bi Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê re berdewam in. Hevrêziyek heye û li ser wê bingehê jî hêzên polîsên leşkerî du roj in li herêma Cizîrê di nav liv û tevgerekê de ne bi hevrêziya li gel asayîşa Rojavayê Kurdistanê.”

Mistefa Balî tekezî li ser wê yekê jî kir ku pirsa Kurd gihiştiye wê astê ku êdî xwe li ser dost û dijminên Kurdan ferz dike û got, “Tirkiye jî tevî wê hovitiya xwe êdî gihiştiye wê baweriyê ku nikare Kurdan tune bike û bibe rêgir, lê hewl dide vê yekê sînordar bike, ne tenê ji bo Rojava bo tevahiya gelê Kurd.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst