Qayimmeqamê Hewlêrê: Di şewata îro de 1200 dikan şewitîne

Hewlêr (Rûdaw) - Îro serê sibehê agir ket bazara lengê ya Hewlêrê û piştî 8 demijmêran ew agir hat kontrol kirin. Herwiha Qayimmeqamê Hewlêrê jî dibêje, di şewata îro de 1200 dikanên bazara Lenge ya Hewlêrê şewitîne.

 

Nûçegihanê Rûdawê li cihê bûyerê, Hadî Selîmî ragihand, ku bi sedema şewata îro bêtirî nîvê dikanên bazara Lenge şewtîne, herwiha tîmên agirvemirandin piştî hewlên zêde karîne wî agirî kontrol bikin.

 

Nûçegihanê Rûdawê got, kesên ziyandîtî jî daxwazê dikin ku lêkolîn li ser sedemên derketina wê şewatê bên kirin û hikûmet jî qerebûya wan bike.

 

Qayimmeqamê Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd jî ji Rûdawê re ragihand, ku nêzîkî 2 hezar û 400 dikan li bazara Lenge hene ku piraniya wan bi sedema wê şewatê şewtîne.

 

Nebez Ebdulhemîd hejmara dikanên şewitî yên Bazara Lenge ya Hewlêrê bi 1200 dikan ragihand.

 

Qayimmeqamê Hewlêrê herwiha balkişande ser wê yekê, ku piştî 8 saet ji hewldanên tîmên agirvemirandin, agirê şewata li bazara Lenge hatiye kontrolkirin û tîmên agirvemirandinê berdewam in li ser hewlên xwe yên bo şopandinê, daku ji kontrolbûna agir bi temamî piştrast bin.