Bo çend bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya ba û barana gur hat ragihandin

Navenda Nûçeyan – Li çend bajarên Bakurê Kurdistanê  tê texmînkirin ku heya danê êvarê baya bihêz û cih cihan jî bahoza rabe.

 

Li gorî daxuyaniya Rêveveriya Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li Erdexan, Qers û Erzerom, Agirî, Erzingan û Îdirê hewa dê pir ewrî be û herwiha carnan jî baran dê bibare, danê êvarê li ciyên bilind dê şilope û berf bibare.


Li herêmê herwiha tê texmînkirin ku germahî dê 3 heta 6 pileyan di bin asta demsalê de be û herwiha ba jî dê ji milê başûr bi sureta 40-60 kîlometre/saet, rabe û hinek caran jî dê vegere bahozên 60-88 kîlometre/saet demkurt.


Pileyên herî nizim ên germahiyê bi şev li Erdexanê 7, li Qers û Erzeromê 9, li Agirî û Erzinganê 10 û li Îdirê jî 11 pile hat pîvan.


Tê texmînkirin ku bi roj pileyên herî bilind ên germahiyê dê li Îdirê 18, li Erzinganê 15, li Agiriyê 12, li Qersê 11, li Erdexanê 10 û li Erziromê jî 8 pile be.


Tê gotin ku li tevahiya herêmê heya danê êvarê ji ber ku dê baya bihêz û cih cihan jî bahoza ku dê zêde dewam neke rabe, rayedaran hişyarî dan ku welatî û kesên eleqedar baldar bin.