Tîmên agirvemirandinê nikarin biçin navenda bazara Lenge

Hewlêr (Rûdaw) - Agirê bazara Lenge ya Hewlêrê heta niha nehatiye kontrolkirin û Rêvebirê Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê jî dibêje, ji ber ku piraniya bazarê şewitiye û bane dikanan herifîne, tîmên agirvemirandinê nikarin derbasî nav bazarê bibin û agir vemirînin.

 

Rêvebirê Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê, emîd Şuwan Ebdulqadir ku li cihê bûyerê amade bûye, di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Heta niha bi temamî nayê zanîn ku ji sedî çendê bazarê şewitiye, lê belê spas ji Xwedê re ku ti zirarên canî nebûne.”

 

Şuwan Ebdulqadir herwiha got, ku tevî hemû hewldanan hêj agir nehatiye kontrolkirin û diyar kir: “Niha tenê li navenda bazarê agir maye, lê belê tîmên me nikarin biçin nav bazarê ji ber ku bane dikanan şewitiye û herrifîne, mixabin hevwelatî û xwediyên dikanan rê nadin ku em karê xwe bi başî bikin, eger wan rê daba me, ji saeta destpêkê ve agir dê bihatiba kontrolkirin.”

 

Dikanên li nav bazara Lenge ya Hewlêrê biçûk in û kolanên wê jî gelek teng in û ew yek jî bûye astengî li ber xebata tîmên agirvemirandinê. Li ser wan astengiyan Rêveberê Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê dibêje: “Ti sîstemeke agirvemirandinê têde nîne, em neçarin ku sondeyan li hev zêde bikin daku bigihin navenda bazarê, tevî ku ev kar jî ji ber rûxana bane dikanan zehmet e.”

 

Xwediyên dikanan ji ber bûyera agirpêketinê û şewitîna dikanên xwe gelek bi hêrs in, bi awayekê ku weke Rêveberê Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê dibêje: “Mixabin li cihê ku destxweşî li karmendên me bikin, îro xwediyên dikanan li piraniya karmendên me dane.”